Saziya Efûyê a Navnetewî: NY di mijara aştiyê de felcoyî bûye
Zarathustra Gabar ÇiyanJi bo ku mirov aştiya navxweyî, a bi cîran û xelkên din re bihêne pê û jiyanek bi aram bijî divê giringiyê bide dialog û hevdîtinê. Rêz û hurmeta ji bawerî û çandên cewaz re û toleransa hevbeş, astengî û kelemên ser rê ji holê radike, lihevkirinê hêsantir dike.Em hinekî li dora xwe temaşe bikin. Li ser sedemên bûyerên li Istanbulê, Suriyê, Sur û Şingalê kur bibin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane û malên bi erdê re bûne yek bihênin bîra xwe. Û wêneyên bi xwîn, cendekên bê can, dayikên çavşil û zarokên li pey kesên mirî mane, agir berdide dilê mirov. Ne tenê ew, lê bi wan re, nirxên ku însên dike mirov jî li ber nigan diçin.Di eslê xwe de dewlet, ne tenê ji rêzgirtin û pêkanîna peymanên mafên mirovan mesûl e. Divê tevayên dewletan, di têkiliyên navnetewî de jî mafê mirovan raçav bikin û kêmasiyên hevdu rexne bikin. Li ser mijarê, rola Netewên Yekbûyî-NY mezin e.Dema dewlet û NY pirsê sist digrin, dengê nerazîbûna saziyên mafê mirovan bilind dibe. Parastina qûrbanên şer, jin û zarokan dihênin rojeva raya giştî û piştgiriyê dixwazin. Çalakvananên mafê mirovan dibin yek dil û yek deng ji bo fêmkirin û dermankirina dayikên ku zarokên xwe di şer de winda kirine. Ji bo şer raweste, dialog û aştî were pê, xebatên cihê û cidî dikin.Çend roj berê, 26 saziyên însanî ku di nav wan de Amnesty International-AI jî hebû, li meydana Mynt Torgeta Stockholmê, li dijî hişkiya hemberî jin û zarokên li Helebê, xwepêşandanek li dar xistin. Kurd, swêdî û gelek xelkên din beşdarî çalakiyê bûn. Axavtinên bi wate kirin. Bala raya giştî kişandin ser bûyerên li herêmê rû didin, tadeya li jin û zarokan tên kirin. Dengê xwe birin NY û Yekîtiya Europayê-EU ku bê helwêst nemînin. Bê guman beyana berpirsa çapemeniya AI, Ami Hedeborgê bala gelek kesan kişand. Wiha got: NY-Konseya Ewlekariyê felcoyî bûye û nikare wezîfeya xwe ji bo pêkanîna aştiyê li Suriyê bi cîh bihêne. Pêwîst e Koma Giştî a Neteweyên Yekgirtî berpirsiyariya xwe bi cîh bihêne û dest deyne ser pirsê. Bang û analîza wê derbarê rewşa Konseya Ewlekariyê, gelek bi wate bû û agehdariyên sergirtî eşkere dikir. Hedenborgê, wiha domand:”Me di raporên xwe de gelek caran eşkere kir ku li herêmê sucên însanetiyê dihênin pê. Bi plan, mirovan digrin, di hefsan de tadeyê li wan dikin, beşekê ji wan winda dikin, gelek kesên sivîl û bê guneh tên kûştin. Mal û milkên wan li ber nigan diçe. Divê bê fêmkirin ku, heta kesên sucdar neyên peydekirin, lêkolîn û lêpirsînên cidî nebin, kesên gunehkar nayên dadgehkirin, gavên ji bo aştiyê dihavêjin dê ne emir dirêj bin. Wezîfeya NY-Konseya Ewlekariyê ew e ku, aştiyê biparêze û li deverên şer, aştiyê paş ve bihêne. Di demek wiha de ku konsêy, ji bo pêkanîna aştiyê xwedî biryar be û gavên cidî bavêje, berevajiyê wê, sazî nikare wezîfeya xwe bi cî bihêne û felc bûye. Xelq, ji ber êşa şer û rewşa nexweş dikin qirînî û alîkariyê dixwazin. Em nikarin bê deng û bê helwêst bibin. Loma saziya efûyê-Al bang li NY-Koma Giştî kir ku bicive û dest deyne ser kar. Me anî bîra dewletan ku, wezîfeya xwe a însanî bikin, mirovên sivîl biparêzin û şer bi dawî bihênin.”Weke tê zanîn, xebatên hiqûqa navnetewî, derbarê şerê çekdarî ji sala 1864 an ve, bi rêzepeymanên Cenewrê dest pê kiriye û bi a 1949 an formê xwe ê dawî girtiye. Di ser peymana yekem re 152 sal derbas bûn. Lê heyf û mixabine ku mirovên sivîl û bê guneh îro jî ji ber nijad, reng, bawerî, cewaziya cinsî û berjewendiyên aborî dibin qûrban, tevkûjî dihên rojevê. Dewlet, rêz û hurmetê ji soz û peymanên îmze kirine nagirin, hiqûqa navnetewî nanasin û binpê dikin.Me sala 2016 an, bi êş û bûyerên nexweş derbas kir. Hêviyên pêşerojêk ronî, xweş û bi ewle mafê hemû kesan e. Di demek wiha de ku, siyaset xitimî ye û nikarin aştiyê bihênin pê, divê em hevkariya xwe bi saziyên însanî re xurt bikin. Piştgiriya saziyên serbixwe û bê teref ên însanî bikin ku, em bi hevre zextê deynin ser desthilatdaran, dengên xwe li dijî neheqiyan bilind bikin û gaziya dayikan guhdarî û derdê wan derman bikin. Ji bo pêçana birînên li Istanbul, Helep, Sur û Şingalê, pêwîst e hêz û dengê însanî bihêztir bibe.