Cîhan

Şara di lîsteya TIME ya 100 kesên herî bibandor ên cîhanê de cih girt

Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera ji aliyê kovara TIME ve weke yek ji 100 serkirdeyên herî bibandor ên sala 2025an hat binavkirin. Kovarê ew weke ‘kesekî sereke yê veguhertinên siyasî yên dawî yên welêt’ bi nav kir.

Kovara Amerîkî duh lîsteya xwe ya salane ya 100 kesên herî bibandor ên cîhanê li gorî kategoriyê weşand.

Kovarê destnîşan kir ku Şera “tundrewên ku wî berê pêşengiya wî dikir hevsengiyê bi Sûriyeyiyên lîberal re dike ku bi çûna serokê îstifakirî Beşar El Esed rehet bûne.”

Kovarê wiha got: “Di Kanûna borî de Ehmed Şara û hevalbendiya wî hikûmeta zordar a Beşar Esed li Sûriyê hilweşand, piştî çend salan ji damezrandina grûpeke çekdar a bi hêz (Heyat Tehrîr el-Şam) ku di asta navdewletî de wek girûpeke terorîst hat naskirin. Di van demên dawîn de, wî bi hêzên din ên Sûriyê re hevalbendî çêkir, piştgiriya Tirkiyê wergirt, û dewletek muhafezekar a olî li bakurê rojavayê Sûriyê ava kir, ku bi bandor tê rêvebirin û xwe digihîne hindikahiyan, ji bo têkbirina Esed, pêwîstiya wî bi serkirdeyekî siyasî û hêzeke leşkerî heye.

Profîla Şara ya di lîsteya salane ya kovara TIME ya bi navê ‘100 Kesên Herî Bibandor ên Salê’ de ji aliyê Balyozê berê yê DYA li Sûriyê Robert Ford ve hatiye nivîsandin.

Back to top button