Kultur

Şanoger Deno: Divê pêşî mirov li xwe bawer be

Lîstikvanê Şanoyê Deno yê Kercewsî (Batmanî) li hevpeyvîneke taybet de di derbarê rewşa şanoya li bajarê Batmanê de ragihand ku ewan bîner û temaşevanên şanoyê li bajarê Batmanê tûnebûn. Deno dibêje me nêzîkî mehek, du mehan de lîstikek amade dikir lê kesek nedihat û me temaşe nedikir. Me 3 lîstikvan hebûn û 6 temaşevan hebûn ku ew temaşevan jî pismamên me bûn dihatin me temaşe dikirin. Li ser vê yekê jî Deno biryar daye ji holên şanoyê barbike û hunera xwe veguheze li ser torên civakî.

Hunermendê Şanoyê Deno balê dikşîne li ser astengiyên li pêş hunera Kurdî û lê ji bo hezkirên şanoyê jî bi taybetî yên li ser torên civakî de pêşniyaran dide û dibêje: Berî her tiştî divê mirov li xwe bawer be ku dikare li wî karê li pêşiya xwe bike. Eger kar û hunerekî baş be gel ji xwe dê temaşe bike û wê xwe bibîne. Pêwîstî bi reklamê jî namîne, ji ber ku gel bi xwe dê parve bike û belav bike.

Her wiha di derbarê şanoya bi zimanê Kurdî de jî dibêje: Ez li taxeke Kurdî de dijîm, dayika min Kurde, ez Kurdim, eger ji bilî Kurdî zimaneke din de şanoyê çêbikim, ew huner li devê min nayê. Ev çîrokên ku ez çêdikim jî eger ne Kurdî be lê nayê, ji ber ku rastiya çîrokê Kurdî ye.

 

Back to top button