Şandina herdu grûbên aştiyê li ser daxwaza Erdogan bû

Rojnama Rudaw li gel Murat Karayilan Hevpeyvînek pêkanî. Karayilan di vê hevpeyvînê de behsa  hevdîtinên di navbera PKK-ê û Tirkiye de ûêkhatîn dike û herweha ji bo çareseriya pirsa kurd rolê serokê Kurdistanê Mesud Barzanî dinirxîne

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murad Karayilan ragihand ku ji sala 2006’an ve qasî 5 salan guftûgo û danûstandin navbera wan û dewleta Tirkiyê de hebûn. Dû salên despêkê bi awayekî nerasterast û sê salên dawiyê jî bi awayekî rasterast bû. Karayilan diyar kir ku şandina du grûbên aştiyê (19.10.2009) ya bû Tirkiyê, li ser daxwaza Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan bû.

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murad Karayilan di hevpeyvînek ligel Rûdawê ku beşa dûwemîn di vê hêjmara nû (129) ya Rûdawê çapa Kurdistanê de hatiye weşandin, danûstandinên navbera wan û nûnerên dewleta Tirkiyê li Oslo û piştre jî dema tomara (qeyd) dengî eşkere bû, bi ‘Guftûgoyekî ciddî ya ji bo çareseriyekî herdemî’ bi nav dike. Karayilan bilêv kir ku baş nabîne ku niha hemû naveroka wê eşkere bike.

Karayilan di beşekî din a hevpeyvîna xwe de balê dikişîne ser şandina grûbên aştiyê yên ji Qendîl û Kampa Mexmûr û wiha dibêje: “Çûna herdu grûban di çarçoveya wan guftûgoyan de bû.” Karayilan wiha pêdeçû: “Heta pêşniyara Erdogan bi xwe bû. Ji bo vê yekê jî şandek rêkir gel serokê me li Îmralî. Herwiha heman peyam ji bo Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî şand. Ji herdu aliyan peyam giha destê me. Wê demê me jî di nava xwe de guftûgo dikir û me biryar girt ku du grûban bişînin.”

Murad Karayilan dibêje: “Ji bo hîn zêdetir destê Erdogan bihêz bibe, ew daxwaz kir. Me jî di nava heval û gel de ew kes hilbijartin ku li Tirkiyê ti ceza û hikmek li ser wan nebe. Bi vî awayî grûba gêrîlla û grûba Mexmûr hatin amadekirin û şandin.”

Rûdaw: Hemû parçeyên Kurdistanê hevxemiya xwe ji bo bûyerên Bakur ên di derbarê komkujiya 35 karwaniyên Bakur de nîşan dan, lê li Herêma Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve peyam û şande ji bo taziyê (şîn-behî) hebû. Herwiha ji aliyê hêzên din ve jî. Hûn hest dikin ku hevxemî di asta pêwîst de bû?

Murad Karayilan: Dewleta AKP’ê li hemberî gelê Kurd û têkoşîna Azadiya Kurdistanê şerekî giştî îlan kiriye. Ew dixwaze bi vî şerî gelê Kurd, rêxistin û saziyên azadiyê bêhêz bike, lewaz bike. Stûxwariyê di civakê de çêbike û teslîm bigire. Her çiqas ev şer niha li Bakurê Kurdistanê ye, lê esas di şexsê Partiya me PKK’ê de û di şexsê Bakurê Kurdistanê de li hemberî tevahî Kurdan şerekî giştî ye. Ji ber ku Dewleta Tirk û dagirkerên dîtir hemû hewldanên wan ew e ku gelê Kurd ji nû ve dîzaynkirina herêma Rojhilata Navîn îstifade nekin, ti statuyê qezenç nekin û bi vî awayî bikaribin herêma Kurdistana Başûr dorpêç bikin. Ango Dewleta Tirk naxwazê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, li Bakurê Kurdistanê di vê guhertina herêmê de bigihe statuyekê. Heta ji bo vê, berê di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Îranê de helwestek hebû. Ev helwest bi şêwazekî esas îro jî heye. Ew dixwazin Kurdan, gelê Kurd bêhêz bikin, lewaz bikin. Di vê çarçoveyê de ev komkujiya li Roboskî (Botanê) hatiye çêkirin.

Komkujiya Roboskê bi plan, bi biryar û di hundirê koordînasyonekê de pêk hatiye

Bêguman ev komkujî bi plan, bi biryar û di hundirê koordînasyonekê de pêk hatiye. Lê helwesta ku gelê Kurd li hemberî vê raber kirî, nerazîbûna ku li hemû deran pêşxistî bi rastî pir girîng e. Li her çar parçeyên Kurdistanê û heta Kurdên derveyî welat tevahî Kurdan ev komkujiya li Roboskî şermezar kirin, hevxemgîniya xwe raber kirin û xwestin ji kesên ku ev kiryar kirî, ji hêzên dagirkeriyê hesab bê pirsîn. Li şehîdên xwe xwedî derketin. Ev tiştek girîng e.

Ya yekemîn, van çalakiyên gelê me raber kir ku dagirkerî êdî wekî berê li kîjan parçeyî dibe bila bibe li gundekî Kurdistanê, li devereke Kurdistanê nikare bi rihetî komkujiyan pêşbixe. Êdî Kurd li hev xwedî derdikevin û piştevaniya hevdû dikin. Ev ji bo dagirkeriyê wekî peyamek xurt e. Êdî Kurd, ne wekî Kurdê berê ye.

Ya duyemîn jî, nerazîbûna ku Kurdan li hemberî vê komkujiyê raber kirî, hevxemgîniya li hemû deveran pêşxistî raber kir ku êdî Kurd wekî neteweyek zindî ye. Ango helwesta netewebûnê pêşxist. Rast e, sînor di navberê de hene, lê Kurd hemû heman hestan dijîn, heman xemgîniyê dijîn, heman refleksê raber dikin û heman psîkolojiyê dijîn. Bi raya min ev tiştek pir hêja ye. Gelê me êdî nîşanên netewebûna zindî bi şeklekî berçav pêşdixe. Gelê me di ruh û psîkolojî de hîn zêde bûye yek û refleksê xwe yê netewî dikare raber bike. Di netewebûnê de gihîştiye kîjan astê, di vê bûyerê de raberî her kesekî/ê kir. Ji bo wê ez helwesta gelê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê girîng dibînim û ez dibêjim asta gihîştiyê ne kêm e. Rast e, belkî di warê siyasî de hinek rêxistinan helwestên xwe ne temam bin, lê di aliyê pêşxistina hemxemiya netewî de bi rastî gihîşt astekê. Ez vê helwesta birûmet a tevahî gelê me teqdîr dikim û silav dikim. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê helwesta ku gelê me raber kirî û cur be cur beşdarbûna rêxistin û saziyan pêşxistî û hîna jî pêşdixin pir watedar e û girîngiya xwe heye.

Helwesta Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo komkujiyê nazik û ereniyê, ji ber vê yekê sipasiya birêz Barzanî dikim

Di serî de siyaseta herêma Kurdistana Başûr jî helwesta xwe raber kir. Bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê hem roja merasîma şehîdan şandeke xwe şand, li wir amade bûn, hem jî duh ji bo taziyê, ji bo sersaxiyê cardin şandek çû herêmê cihê taziyê; li wir amade bû, axaftin kir. Ev helwestek nazik e, erênî ye. Ez ji ber vê helwestê ji bo rêzdar Serokê Herêma Kurdistanê spas dikim. Di giştî de siyaseta Kurd di pêşxistina helwesta li dijî komkujiyê de gihîşt astekê. Belkî di aliyê şermezarkirinê de helwestên nîvçe hebûn, lê di giştî de hem siyaseta Kurd, hem gelê Kurd bi wesîleya vê komkujiyê helwesteke netewî pêşxist.

Erdogan ji bo hunermend Rojîn daxwaza lêborînê kir, lê ji bo kuştina 35 welatiyan ti daxwazeke lêborînê nekir. Hûn vê yekê çawa şîrove dikin?

Niha ji bo Erdogan tiştê herî girîng û stratejîk li hemberî doza Kurd têkoşîna pêşdixe ye. Hemû helwestên xwe li gorî wê zelal dike. Ango eger di tiştekê de bikaribe li hemberî doza azadiya Kurd mesafe bigire, qezencina bike hema wê dike. Lê na, li dijî doza azadiya Kurd çi qezenç tune be, wê nake. Ango berî her tiştî nêzikbûnên xwe di hemû mijaran de wilo ye. Nimûne, bi kîjan dewletê re têkilî çêbikê, dîplomasiyê pêşbixê pîvana xwe ev e. Bi şexsan re têkilî çêbikê pîvana xwe ev e. Hikûmeta AKP’ê li gorî doza azadiya Kurd têkiliyan çêdike û tevdigere. Pîvan ew e. Mînak, dikê qanûnekê derbixe, lê dinêrê eger Kurd jê îstifade bikin, wê qanûnê dernaxê. Halbûkî ji bo Tirkiyê hewce ye, lê na, ji ber ku hinekê wê Kurd jê îstifade bikin dev ji wê qanûnê berdide. Ango pîvanê xwe wilo ye.

Niha li dijî Rojîn mudûrê TRT’ê dijûnên giran kir. Ev mudûr kesekî nêzî Erdogan e û wî erkdar kiriye. Piştî ku ev dijûn di çapemeniyê de belav bûn, Erdogan ji bo wî tiştek negot. Ew hîna li cihê xwe ye. Lê çend deqeyan telefon vekiriye, lêborîn xwestiye. Çiqas samîmî ye? Eger bi rastî samîmî ye, bila mudûr ji erkê bigirta. Lê ew di wir de difikirê ku belkî Rojîn li hemberî Têkoşîna Azadiyê li aliyê xwe bigirê, belkî di pêş de bikar bînê. Ji bo wê ev hewldan pêşxist. Yanî ew niha dibêjê, mudûr wilo êrîş bir ser, ewê biçe cem PKK’ê. Ji bo wê hewldana lêborînê pêşxistiye. Ez bawerim Rojîn bi xwe jî vê fêm dikê. Wekî jineke Kurd û hunermend divê saziyên Kurd jî lê xwedî derbikevin.

Encex şehîdkirina 35 welatiyên Kurd tabî cuda ye. Ew jî, wî bi xwe kiriye. Kesên di bin emrên wî de pêk anîne. Lê ev konseptek e. Divê konsept di hinek cihan de dijwariyê çêbikê ku heta bigihê encamê. Rexmê vê konseptê eger lêborînê bixwazê, ew ditirsê ku di konseptê de lewazî çêbibê. Ji ber ku ev bi biryar û bi plan pêk hatiye; armanceke xwe heye. Armanca xwe ew e ku civaka Kurd çavtirsandî bibe, bêdeng bibe. Di Kurdistanê giştî de xelkê ku li hemberî dagirkeriyê herî zêde xwedan helwesta netewî xelkê Botanê ye. Ji bo wê yekê niha hemû serokşaredarên bajarên Botanê gişt girtine, xistine zîndanê. Vana ne milîtan bûn, ne jî çalakvan bûn. Serokê şaredariya Silopî, serokê şaredariya Şirnexê, serokê şaredariya Hezexê, serokê şaredariya Qilabanê niha li kû ne? Di zîndanê de ne. Bi heqîqî vana çi sûc kirine? Na, xelk gişt dizanê. Ew ji gelê Botanê ditirsin û operasyanê ser operasyonê dikin. Hemû rêveberên herêmê kirine zîndanê û herî dawî ev kuştin çêkirin ku çavê tevahî gelê Kurd bitirsînin. Û yeke din jî heye; di 15’ê Gulana 2011’ê de li heman sînorî 10 gerîlla şehîd ketin û xelkên herêma Qilabanê û Botanê rexmê dewletê çûn û cenazeyên wan şehîdan bi torenê anîn. Di vê helwestê de bîzat rola xelkê Roboskî û gundên deverê li pêş bû. Yanî herêmeke ku bi welatparêziya xwe tê naskirine. Eşkereye ku bi zanabûn, bi plan ev pêkanîn ji bo xelkê Kurd gişt çavtirsandî bibe. Ji bo wê ev tişt pêkanîn. Ku rabê, vê carê lêborînê bixwazê, hinek mimkune ev di vê armanca dagirkeriyê de zeîfiyê çêbikê. Ji bo wê nexwest. Berovajî bîzat Serokwezîr Erdogan di bin navê ku hesasiyet raber kirine de ji serleşkerî û ji fermandarên artêşê re spasiya xwe pêşkêş kir û Serokwezîr li bûyerê xwedî derket û berpirsiyarî hilda ser xwe. Got, “Di vê meselê de tiştekî bi qest nîne, wekî tiştekî xwezayî ye.” Ev tiştekî zor girîng e. Ne lêborîna xwe xwest, ji bo leşkerên ku ev qetlîam kirî bi wesîleyeke din spasiya xwe pêşkêş kir.

Eger 35 kesên Tirk li Bûrsayê an jî Îzmîrê bihatan kuştin, wê hemû dewlet li wir amade bibûya. Wê herî hindik 3 rojan şîn îlan bikiran. Lê ji ber Kurd in tiştek nekirin. Cudakariyeke aşkere heye. Çima ji Başûrê Kurdistanê şandeyekî Serokê Herêma Kurdistanê sînor derbas dike, diçe li torena cenazeyan amade dibe, hemû BDP’yî ji Stenbol, Enqerê tên amade dibin, lê yek nûnerekî Hikûmeta nehat. Waliyê herêmê jî nehat. Piştî 3 rojan qeymeqamê Qilabanê hat, ew jî malbatên şehîdan êrîşî ser kirin, bi zor û zehmet BDP’yiyan ew xilas kirin. Aşkereye ku ne li xema wan bû, heta kêfxweşî jî pêşxistin. Ji bo vê yekê nivîskar Ahmet Altan got, “Ez li hemberî vê yekê şermeke mezin dijîm.”

Ya din jî, lêborînî tenê têrê nake. Eger bi rastî huqûq hebe, divê kesên ev biryar dayîn û kesên ev pêkanîn ji wana hesab bê pirsîn. Sûc kirine. 17 jê zarok 35 însanên Kurd bêçek, bêparastin, însanên sivîl hatine şehîdkirin. Wehşetek e. Di vê serdema 21. de li kîjan aliyê cîhanê wehşeta wilo dibe?! Yanî diyare dewletek dagirker e; ev dewlet ji bo bigihe armanca xwe van kiryarên wilo pêşdixe. Ji bo wê jî Serokwezîr Erdogan vaye dibêjê: “qest têde nîne, lê em li ser lêkolîn dikin.” Ê baş e jixwe te bi xwe biryar girtiye ku “bi qest nîne”. Yanî bi zanabûn nehatiye lêxistin. Dibêje: “Şaşî heye tune ye divê em fêm bikin û em li ser lêkolîn dikin.” Dûv re jî jixwe bi navê hikûmetê Bûlent Arinç aşkere kir û got: “Xelkê li wir hatiye hişyarkirin, lê rexmê hişyarkirinê jî tevgeriyane, lewma hatiye lêxistin.” Yanî wana sûc kirine, li wana xistine, di vê de sedî sed qest nîne. Ango mesele qediya ye. Dûv re jî got: “Emê wekî tazmînat hinek pere bidin.” Jixwe ew wisa li meselê dinêrin. Ji bo her tiştî dibêjin, “Emê zikê Kurdan têr bikin, temam e. Emê werga bigehin encamê.” Niha jî xelkê herêmê aşkere got ku “Em ne muhtacê pereyên wan in.” Ez bawerim pereyan nagirin.

Yanî bi xwe kiryar kiriye, ji bo armancekê kiriye; ji bo di armancê de lewazî çênebe lêborîn nexwest û heta aşkere got ku “bi qestî nebûye”. Anî wê wateyê ku yên bi wî şêwazî li hemberî dewletê tevbigerin mimkune cardin jî bibe. Ango tehdîtek e û helwestên rayedarên AKP’ê û helwesta Erdogan jixwe ev tehdît hîn zêde zelal kirin.

Ev komkujî li ser hemû Kurdan tehdîtek e. Ji bo Kurdan tehdît bikin ev komkujî çêkirin; jixwe di helwesta wan de jî, di ya artêşê de jî ev tişt zelal dibe.

We ragihand ku hûnê tola (heyfa) wan 35 karwaniyan hilînin, bi nêrîna we ne baştir e ku heyf hilanîn ne bi çek û êrîşan be, bi siyasetê be. Ji ber niha Dewleta Tirk li ber rexneya ne, wê demê wê gotina Tirkiyê derbikeve pêş û wê helwesta wan bihêz bibe?

Min wilo gotibû: “Bila kes meraq nekê, em xwîna van însanên xwe li erdê nahêlin. Emê hesabê wan bipirsin.” Min wilo gotibû. Ev hemûyê dixe hundirê xwe. Mesela niha gelê me li her derê xwepêşandanan pêşdixe, hesab dipirse. Emê bi siyasî hesab bipirsin, bi dîplomatîk hesab bipirsin, bi huqûqî wê hesab bê pirsîn. Pêwîst be emê bi leşkerî jî hesab bipirsin. Yanî em bi her zimanî têkoşînekê dimeşînin û emê bi her şêwazî jî li van 35 ciwanên xwe xwedî derbikevin, xwîna wan li erdê nehêlin û emê hesabê ji dagirkeriya Tirkiyê bipirsin. Pêwîst be bi siyasî, dîplomatîk, pêwîst be bi leşkerî wê hesab pirsîn pêşbikeve. Min di vê çarçoveyê de anî ziman. Ez bawer dikim belkî şaş hatibe fêmkirin. Lê belê divê mirov hesab pirsînê di vê çarçoveya min anî ziman de fêm bike.

Lê HPG’ê di daxuyaniyeke xwe de gotina “tolhildanê” bikar anîbû. Rast e. Lê di giştî de em wekî tolhildana klasîk na, em hesab pirsînê esas digirin.

Wekî min gotî, çek jî di hundir de, bi dîplomasî, siyasî û huqûqî van hemûyan digire hundirê xwe. Ev nayê wê wateyê ku emê tenê bi çek wekî şêwazekî klasîk tolê hilînin. 


Hûn gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bûlent Arinç ên dibêje, “Emê di destûrê de mafê Kurdan bidin, li ser nasname û zimanê Kurdî mikûr bên” çawa dinirxînin?

Di gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Bûlent Arinç de samîmiyet nîne. Em wan gotinên wî di çarçoveya şerê taybet ê li dijî me dimeşîne de digirin dest. Niha Dewleta Tirkiyê li hemberî Têkoşîna Azadiya Kurd şerekî giştî dimeşîne. Gotinên wilo jî dem bi dem tavêjin holê ku ji bo bi hinek derdoran re hêviyê çêkin, sistiyê çêkin û cudakariyê çêkin. Yanî axaftinên bi armanc in. Ne samîmî ne. Eger Bûlent Arinç samîmî ye, bila tecrîta li ser Îmraliyê rakê. Bila siyasetmedarên Kurd û 5 hezar kesên bê sûc, bê sebeb girtine avêtine zîndanê, berdin. Bila operasyonên kuştinan bisekinînê. Bila gav bavêjê; çima diçe di meclîsê de diaxive?

Niha li ser gelê me, civaka me zextek heye. Serokê me di zîndanê de ye. Siyasetmedarên Kurd ên demokratîk hemû kom kirine, kirine zîndanê. Berpirsiyarên saziyên sivîl ên Kurd di zîndanê de ne. Sendîkakarên Kurd di zîndanê de ne. Zarokên Kurd, ciwanên Kurd di zîndanê de ne. Jinên Kurd di zîndanê de ne. Huqûqzanên Kurd di zîndanê de ne. Rojnamevanên Kurd di zîndanê de ne. Kî hişt? Hemû kesên pêşeng girtine, kirine zîndanê û nahêle bi zimanê zikmakî xwe biparêzin, di dadgehên xwe de Kurdî qedexe dike; derdikeve dibêje, “Emê hemû mafên Kurdan bidin.” Emê çawa pê bawer bikin? Di axaftinên wî de samîmiyet nîne. Ew ji bo bi ser komkujiyên dikin bigirin û xwe veşêrin, heqîqeta xwe derçav bikin axaftinên wilo dikin. Çi qîmeta xwe ji bo me nîne.

Li ser pakêta duwemîn a ‘Pêşîvekirina Demokratîk’ a ku Beşîr Atalay behs dike, ti axaftinek li gel we û aliyê Kurdî bi giştî hatiye kirin, hûn ji vê yekê çi hêvî dikin?

Di navbera me û Dewleta Tirkiyê de çi axaftin nîne. Li gorî ez dizanim di navbera Dewleta Tirk û çi aliyê Kurd de jî axaftin nîne. Berî her tiştî lazime mirov vê bipirse: ‘Pêşîvekirina Demokratîk a Yekemîn’ çi bû ku dikê yê duwemîn pêşbixê?

Ev Beşîr Atalay du salan pêde ji tevahî civakê re derew kirin. Got: “Em Pêşîvekirina Demokratîk pêşdixin.” Dûv re derket holê ku ‘Pêşîvekirina Demokratîk’ bi esasî tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Niha jî hinek tengav bûne û dibêjin, “Di pêş de emê Pêşîvekirina Demokratîk a Duwemîn jî bixin rojevê.” Lê belê hema li kêleka wê Beşîr Atalay çi dibêjê? Dibêjê, “Em li ser esasê stratejiya entegreya yek alî dixebitin.”

Yanî ew bi xwe aşkere dike. Ew naxwazin Kurdan wekî muhatab bigirin. Ew dixwazin Kurdan bi xwe re bikin yek. Entegrasyon ew e. Yanî Kurdan daxilê xwe bikin. Ji ber ku di aqil û felsefeya AKP’ê de qebûlkirina neteweya Kurd nîne. Em vê ne ji bo AKP’ê reş bikin an jî ji bo propaganda be dikin, na. Aşkere ye. Felsefeya wan çi ye ne çi ye her kes dizane. Ew dibêjin, “Wekî Kemalîstan berê digot Kurd nîne, ev şaş e; Kurd hene, lê bes miletê Tirk hemû kesan dixe hundirê xwe.” Dibêjê, “Tenê yek milet li Tirkiyê heye û yek welat, yek al, yek ziman ji vir peyda dibe.” Nabêjê li Tirkiyê du milet hene; dibêjê “yek milet li Tirkiyê heye.” Dibêjê, “Ev milet ji 72 çandan pêktê.” Kî ne ev? Ên Tirk in, Kurd in, Laz in, Çerkez in, Abaz in… Wilo dihejmêrin. Û dibêjin, “Vana dikarin bi zimanê xwe biaxivin, lê nikarin perwerde bidin.” Mesela niha ‘TRT 6’ heye; di ‘TRT 6’ de hemû bername serbest in, bes bernameyên ku ziman fêr bike qedexe ye. Ji ber ku ew naxwazin Kurd wekî neteweyeke duwemîn bên qebûlkirin. Ew vê qebûl nakin. Ku vê qebûl bikin jixwe pirsgirêk namînê. Mesele ev e. Lê nabêjin em vê qebûl nakin. Yanî wekî dibêjin, “Birayên me ne. Kurd hene, dikarin klamên xwe bibêjin, dikarin bi zimanê xwe biaxivin.” Tiştên wisa dibêjin, lê belê Kurdan wekî netewe qebûl nakin. Pir zimanekî polîtîk, sergirtî û durû dimeşînin.

Ew Beşîr Atalay di bikaranîna zimanê durû de wekî pisporekî ye. Hevokên xwe gişt li ser derewan ava dike. Bi xwe dibêjê, “em entegreya yek alî dimeşînin.” Yanî rexmê Kurdan emê Kurdan daxilê xwe bikin! Bi esasî vaye.

Ji bo wê jî ne çi hevdîtinên me hene, ne jî ew axaftinên wî kes li ser hêviyekê dike. Ev axaftin hemû raber dikin ku dixwazin şerekî dijwar bikin. Ez wilo dixwînim. Ji axaftinên vana em wilo dixwînin. Ev di şer de bi israr in. Eynî wekî Sedam e; siyaseta Sedam dimeşînin.

Hûn siyaseta Sedam baştir dizanin. Gelê me yê Başûr siyaseta Sedam baştir dizane. Mane Sedam ji bo Şoreşa Kurd tesfiye bike got, “Hukûmzatî ez ava dikim.” Bi destê xulamên xwe ma ‘hukûmzatiyek sixte’ çênekir? AKP’yî wê jî nakin. Yanî Sedam qet nebe sixte be jî pêkanî; AKP wê jî pêk naynê. Lê bes bi wî şêwazê Sedam dibêjê, “Em bira ne, em dost in, emê maf bidin”, lê pratîk jî nakin. Di vê wateyê de ji Sedam xirabtir in. Zîhniyetê wan ê faşîzan, ê zulimkar cudahiya xwe ji Sedam nîne. Di hinek aliyan de ji Sedam jî hîn dijwartir in. Yanî ew Kurdan wekî netewe qet qebûl nakin. Di vê xisûsê de tiştên dibêjin gişt di çarçoveya ku çawa Kurdan lewaz bikin, di Kurdan de dubendiyê çêkin û dudiliyê çêkin, ruhê berxwedaniya netewî bişkînin hemû armanca xwe ev e.

Hemû pisporên xwe, nivîskarên xwe, kanalên xwe yên televîzyonê, yên rojnamevan gişt şev û roj di vê çarçoveyê de li hemberî gelê Kurd şerekî psîkolojîk dimeşînin û serkêşiya vî şerî jî wezîrên Hikûmeta AKP’ê bi xwe dikin. Serkêşiya şerê taybet ew bi xwe bîzat dimeşînin. Ji bo wê jî em niha axaftinên wan di vê çarçoveyê de dibînin. Heta ku ew gavên pratîkî neavêjin divê tu kes bi van bawer nekê.

Çûyîna du grûbên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê, di çarçoveya guftûgoyên li Oslo yên navbera Tirkiye û we de bûn?

Guftûgoyên li Oslo ji bo çareseriyeke mayînde guftûgoyên hîn cidî bûn. Niha ne raste û ne di cih de ye ku mirov çi guftûgoyên hatine kirin eşkere bike. Lê belê ji bo çareseriyê hem li Îmralî, hem jî li Oslo bi rastî nîqaşek hebûn.

Mijara çûyîna Grûbên Aştiyê wekî tiştekî di navberê de bû. Bîzat pêşniyara Erdogan bi xwe bû. Hem ji bo Serokê me şandê xwe şandibû Îmralî, hem jî heman peyam ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesût Barzanî jî şandibû. Di van her du cihan de jî peyam gihîşte me. Me wê çaxê di nava xwe de jî guftûgo kir û me biryar da ku em du grûban bişînin. Li ser wî esasî ew grûb ketin rojevê. Yanî li ser daxwaziya Erdogan ket rojevê. Wê demê jî pêvajo ber xitimandinê bû. Ji bo pêşî li pêvajoya çareseriyê vebê me guncaw dît. Lê Erdogan jî ji bo destê xwe hîn xurtir bibe ev taleb kir.

Me hem ji hevalan, hem jî ji gel ên ku li Tirkiyê çi ceza li ser wan nîne bijart. Bi vî awayî hem grûba gerîla, hem grûba Mexmûrê hatin amadekirin û hatin şandin. Li ser vî esasî di derî re bi silametî jî derbas bûn. Ji ber ku ti sûcên wan tune bû; tenê gotina wan “Em li ser esasê banga Serok Ocalan hatin, em ne poşman in, em ji bo aştiyê li ser esasê bangê hatin” bû. Niha ji bo wê ew di zîndanê de ne. Lê destpêkê belkî jî ji bo pêşî vekin, negirtin. Îfadeya wan a destpêkê û ya dawî wekhev e. Lê destpêkê berdan, pişt re jî wekî tê zanîn endamên grûbê yên di destê wan de mayîn dest danîn ser wan û niha ew hemû di zîndanê de ne. Bi kurtasî ev li ser daxwaziya wan ketibû rojevê.

Rola Herêma Kurdistanê di sazkirin û rêvebirina wan guftûgoyan de çibû; wekî hatiye belavkirin ku hinek guftûgo li Selahedîn jî hatin kirin?

Ji bo guftûgoyên di navbera me û Dewleta Tirkiyê de, saziyeke navnetewî li Ewropa ket navbera me û guftûgo li Ewropa di aliyê hevalên me yên Ewropa de hat pêşxistin. Heman demê li Îmralî guftûgo hebûn. Vana 2 salên ewil ne yekser bûn; bi rêya navbeynkaran dimeşiya. Lê 3 salan dem bi dem wekî heyet ji her aliyekî 4-5 kes bi şêwazekî fermî li hev rûdiniştin, nîqaş dikirin û her rûnişkandinê hinek encamên ku digihîştinê hebûn. Lê mixabin aliyê Tirkiyê ti caran ev encamên di civînan de ketibûn bin biryarê pêk neanî. Yanî li aliyekî em bi hev re rûdiniştin, li aliyekî jî siyasetmedarên Kurd digirtin. Li aliyekî em bi hev re rûdiniştin, li aliyê din dem bi dem operasyonên leşkerî dikirin. Me digot, ev çima dibe? Digotin, “wileh ev cenahekî cuda ye, em nikarin kontrolê li ser çêkin, em hewl didin bisekinînin.” Yanî her wilo digotin; lê dûv re jî me fêmkir ku ne wilo ye. Hemû gişt yek dest in.

Niha di Tirkiyê de tenê kesek heye, yek kes hemû tiştî rêve dibe; ew jî Erdogan e. Hemû tişt di destê wî de ye. Aliyê ‘dewleta kûr’, nakok tune ye. Hebe jî kontrol niha di destê Erdogan de ye. Jixwe piştî ku xwe xurt kir, xwe tam kir desthilat hîn zêde heqîqeta xwe jî aşkere kir û hîn zêde tûj bû. Baweriya xwe bi xwe çêbû û êdî tu kes guhdar nekir. Di mesela me de jî wilo ye.

Biraderên Herêma Kurdistanê bi kurtasî be jî me agahî dabû wan, xebera xwe jê hebûn. Wan jî dilxweşiya xwe raber kirin. Lê çi roleke xwe ya berçav di meseleyê de çênebû. Ji ber ku hîn di 2006’an de destpê kiribû. Ji bo wê bêhtir bi têkiliya wan kesên navbeynkar ev pêvajo pêşket. Mirov dikare wilo bibêje. Ew gotin û nûçeyên din ne rast in.

Niha ti guftûgoyek heye an jî ti hewldanek ji bo destpêkirina guftûgoyên di navbera we û Tirkiyê de dîsa hene?

Na, niha di navbera me de çi guftûgoyên nû tune ne. Wisa xuya dike ku zû bi zû jî çênabe. Car caran hinek rojnamevanên Tirkiyê şîrove dikin û dibêjin, gumane guftûgo hebe. Ew bi armanc van tiştan dixin rojevê. Ji bo di nav refên me de teredûtê, dudiliyê çêkin tiştên wilo dibêjin. Di heqîqetê de tiştekî werga tune ye. Ew heya şert û mercên me qebûl nekin em wekî ew hêvî dikin gava paşde navêjin. Ew jî vê dizanin. Ji bo wê niha biryar girtine; dixwazin berê darbe li me bixin, me lewaz bikin ku heta em şert û mercên wan qebûl bikin, wilo pêvajoyeke nû pêşbixin. Ango heta em li ser lingan bin, bihêz bin ew niha tiştekî wilo naxin rojevê.

Em jî heta ew dest ji van armancên xwe yên dagirker bernedin em qet sistiyê nakin. Ji bo wê wer xuyaye wê hîn demekê wilo bajo. Ji bo guftûgo destpê bibe ne şert e ileh şer bisekinê, hemû tişt bisekinê. Lê belê niha di rojeva Tirkiyê de guftûgo na, tunekirina me heye. Ji bo wê jî ez dibêjim wê ev dem hîn wilo bajo. Encama ku derbikeve holê wê teref li gorî wê helwestên xwe zelal bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke li gel Dengê Amerîka (VOA) de got, niha li gel PKK’ê hewldanek me ya ji bo dirûstkirina statuyek bê şiddet û çek heye, ev hewldan çine?

Ya rastî vê pirsê divê hûn ne ji min, ji Kek Mesûd bipirsin. Lê ez dikarim di derheqê vê mijarê de hinek tiştên cuda bînim ziman.

Em wekî aliyê Kurd çi Serokê Herêma Kurdistanê Kek Mesûd dibe, çi em wekî aliyê PKK’ê dibin em dixwazin pêvajoyeke bê şîdet û bi aştî pêşbixin. Em dixwazin pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên aştiyane çareser bikin. Em ji vê re vekirîne. Lê em ti caran li hemberî dagirkeriyê ji teslîmbûnê re, ji gav paşde avêtinê re qet û qet ne vekirîne.

Me hewldanên duristkirina pêvajoyeke bê şîdet pêşxist. Lê dewleta AKP’ê xwest me lewaz bike. Wana ev pêvajo xerab kir. Hinek hêncet, hinek çalakiyên çêbûn di destê xwe de kirin hêncet. Berî wê 50 hevalên me şehîd kiribûn, me pêvajo xerab nekir. Lê ku 7-8 leşkerên wan li Farqînê hatin kuştin qiyamet rakirin. Esas jî ne wilo bû. Esas, Kongreya Civaka Demokratîk Xweseriya Demokratîk îlan kir, AKP û Erdogan ji wê pir aciz bûn. Wekî bêjê, hûn çawa dikarin ji bo xwe statu îlan bikin? Piştî wê hat ser me; bi çek, bi êrîşên hewayî. Şer, bi wî awayî wana dest pê kir.

Di dema ziyareta Kek Mesûd de ez bawer im Erdogan ji Kek Mesûd taleb kiribû ku pêvajoyeke nû ya wekî agirbestê pêşbixe, ji bo vê hewl bide. Ez baş nizanim, lê şîroveya min wilo ye.

Belê Kek Mesûd ku ji Tirkiyê vegeriya, bi dest xwe re êrîşên hewayî destpê kirin, operasyonên bejayî destpê kirin û tiştê din ê herî girîng li ser siyasetmedarên Kurd operasyonên di bin navê KCK’ê de hîn geş kirin û herî dawî jî li ser parêzerên Serok APO operasyonek pêşxistin ku di tu dera cîhanê de di yek operasyonê de 35 parêzer nayin girtin û nayin zîndanîkirin. Lê Dewleta Tirkiyê ev kir. Mîsal Erdogan, eger ji bo axaftinên xwe yên bi Kek Mesûd re rêzdarî bigirta, dikarî mehekê aramî çêkira an jî pêvajo bi asayî bimeşiya. Lê wilo nebû. Piştî ku Kek Mesûd ji Tirkiyê derket û çend roj şûnde êrîşên berfireh li ser me pêşxistin. Ji ber ku siyaseta van wilo ye. Ango emê li Kurdan bixin; Kurd mecbûr in teslîm bibin. Ez dibêjim, ew helwesta AKP’ê ku piştî ziyareta Kek Mesûd pêşxistî, bi taybet hem li ser Îmralî, hem li ser biryargehên me yên navendî, hem jî li ser hemû gelê Kurd û siyaseta Kurd êrîşên berfireh pêşxistî, ev helwest bi esasî bê rêzî ye. Herî hindik di wan gotinên xwe de çiqas samîmî ye, ev aşkere kir. Xuya bû ku ne samîmî ye. Belkî jî ji bo hinek hesabên cuda wisa kir. Hem bi Kek Mesûd re axivî, hinek taleb pêşxistin, hem jî li ser me êrîş pêşxistin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: