Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê karûbarên Rojhilata Nêzîk Barbara A. Leaf li gel şandeyekî dîplomatîk serdana Hewlêrê dike.
Li gor daxuyaniyekî Wezareta Derve ya Amerîkayê Barbara A. Leaf roja 4ê Îlonê digehe Bexdayê û piştre jî heta roja 9ê Îlonê 2022yê serdana Hewlêrê dike
Di dema serdana xwe de ew berpirsa Wezareta Derve ya Amerîkayê dê li gel berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê, herwaha rêxistinên civaka sivîl û endamên parlamentoyê yên li Hewlêr û Bexdayê hevdîtin û gotûbêjan dê pêkbîne.
Ev serdana Barbara A. Leaf a ji bo Rojhilata Navîn Tunis, Îsraîl, Filîstîn, Urdin û Iraqê li xwe digre.