CivakPolîtîk

Şandeka Bilinda Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Kurdistanê civiya

Roja Çarşem 2017/7/12 Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi amade bûna Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîr pîşwaziya şandeka bilinda Hikûmeta Îraqa Federal kir ku ji wezîrên Petrol, Elektrîk, Çandin, Perwerde, Serokêdîwana Çawdêrî ya Darayî û Cîgirê Wezrerta petrola Îraqê pêkhatibû.Li Despêka civînê, Serokwezîr ji bona rizgar kirina Mûsilê pîrozbahî ji gelên Îraqê kir û amaje bi vê yekê da ku hemû aliyek ji rizgar kirina Mîsilî qezenc dikin û divê em hemû alîkar bin ji bo demên piştî DAIŞê û asayî kirina rewûa welatiyên wan deveran û vegerandina penaberan ji bo ser mal û halên xwe.Li dîv re behsa têkiliyên navbera Herêma kurdistanê û Bexdayê ji bo demên piştî DAIŞê hate kirin, bi taybetî deverên ku berî niha hatinbûn dagîr kirin û niha pêdivî bi avedan kirin û xizmetkariyan hene.Di vê derbarê de Hikîmeta Herêma kurdistanê amadeyî ya xwe nîşan da, her wek çawan derî yên xwe ji bo hatina penaberan û dabîn kirina jiayana asayî ji bo wan vekiribî, her bi vê awayê ji bo vegeryan û vejandina jiayanê li van deveran rastî zirarê bûne, hemahengiyî dike.Şandeya mêvan sipasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo xuya kirina amadeyî ji bona hemahengî û alîkarî tevî Hikîmeta Îraqê.Di civîne de, her dualiyan amadeyî ya xwe ji bo vekirina rûpelekê nû û domandina diyalogê ji bo çareser kirina pirsgirîkan nîşan da. Her weha  behsa pêk anîna komîteyeka hevpar ji bona pêş xistina û çawanî ya rêkxistina hemahengî nevbera Bexda û Hewlêrê li varên petrol û elektirîkê kirin, bi awayekî  ku berjewendî yên gelên Îraqî  ji ber çav bigire.Wezîrên Samanên Sirûştî, Pilandanan, Perwerde, Peyvdarê Hikîmetê, Cîgirê Wezareta Darayî û Abûrî, Cîgirê Wezareta Elektirîkê û Sekreterê Encumena Wezîrên Herêmê beşdarên civînê bibûn. 

Back to top button