Polîtîk

Şanda parlementoya Kurdistanê li Swêdê

Ev çend roj in ku şandeyek ji Parlementoya Başûrê Kurdistanê li Skandinavyayê ye.

Şandeya parlemanan, piştî serdana Parlamentoya Swêdê, kombûnek bi kurdên li Swêdê re jî kirin.

Şandeya parlemenên Başûrê Kurdistanê, bi serokayetiya cîgirê serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Dr. Hesen Muhemed Sora, li Parlamentoya Swêdê çend civîn bi partiyên siyasî yên Swêdê û bi saziyên din yên parlamanê re pêk anîn.

Desteya parlamenterên Kurdistanê, ji bo ku Parlamena Swêdê Enfala Kurdan wek komkujî qebûl kiriye, spasî jê re kiriye.

Herweha desteya parlamenteran di derbarê komkujîya miletê Kurd li Başûrê Kurdistanê de, agehdariyên berfireh dane partiyên siyasî yên Swêdê.

Şandeyê, ji bo baştirîn peywendî û hevkarî di navbera parlamena Kurdistan û ya Swêdê de bibin, civînên hêja kirin.

Saziyên siyasî û komelayetî yên kurdên li Swêdê jî, ji bo şandeya parlamenterên Kurdistanê pêşwaziyeke germ li avahiya Federasyonê pêk anîn.

Di kombûnê de Dr. Hesen Muhemed Sora, di derbarê hatina şandeya parlamenteran û bûyerên dawîn yê ku li Başûrê Kurdistanê rûdane de, agehdarî daye kurdên Swêdê.

Back to top button