Polîtîk

Şanda Amerîkayê: Wê piştgiriya me ji bo Herêma Kurdistanê berdewam be

Nêçîrvan Barzanî li Hewlêra paytext pêşwaziya şanda Senatoya Amerîkayê kir. Şandeyê bal kişand ser wê yekê ku wê piştevaniya Amerîka ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya komek şandên Senatoya Amerîkayê kir ku ji Senatorên Amerîkî Johnny Ernst û Senator Ted Budd pêk dihat.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, pêşxistina peywendiyên Amerîka ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ya bi rêya diyalogê û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî hat gotûbêjkirin.

Şanda Senatoyê bal kişand ser wê yekê ku “Amerîka wek hevpeyman girîngiyek mezin dide peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê”. Şanda Senatoyê teqez kir ku wê piştevaniya Amerîka ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam be.

Şanda Amerîkayê rola Hêzên Pêşmerge di têkbirina DAIŞê û paraztina aramiya Iraqê de bilind nirxand.

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya Senatorên Kongreya Amerîkayê kir û teqezî li ser xwesteka Bexda û Hewlêrê jî kir ku hevkarî û peywendiyên ligel Amerîkayê pêş bixin.

Back to top button