Polîtîk
Şanda 15 neferî serdana Kurdistanê dikin
Selahaddîn Demirtaş Hevserokê Giştî yê BDP û Ahmet Turk Serokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk û şandeke ji 15 kesan ji bo diyarkirina dem û amadekariyên Konferansa Netewiya Kurd têne Başûrê Kurdistanê.
Şanda 15 neferî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dê li gel Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê bicive û roj û amadekariyên Konferansa Netewiya Kurd binirxînin.