Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mikdad ragihand ku hikûmeta Şamê li dijî Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê piştgirîyê dide eşîrên Ereb ên li herêmê.
Wezîrê Derve yê Sûrîyê Feysel Mikdad, ji Spûtnîk Erebî re axivî û piştgirîya Şamê ji eşîrên Ereb re piştrast kir.
Feysel Mîkdad got: “Ez bawer dikim ku dagîrkerîya Amerîkayê wê bi hewldanên gelê Dêrezor û Hesekê, artêşa Sûriyê û hevalbendên me bi dawî bibe”.
Mikdad anî zimên ku helwesta xelkê Sûrîyê û hikûmetê ya “Amerîkî divê derkevin” li hev dikin. Sûrîyeya azad, yekbûyî û serbixwe wê bi welatên hevkar re cîhanek piralî ava bike”.