Salvegera Şehîdkirina Seydayê Îzedîn Yildirim
Mixabin sêzdeh sal berê rojekî weku îro de serokê Weqfa Zehrayê Seydayê Îzedîn Yildirim ji aliyê hêzên tarî ve hat şehîdkirin. Seydayê mezin berî ku bê şehîdkirin ji aliyê hin hêzên xwînrij û rûreş ên ku darê destê hêzên biyanî bûn hat revandin û van kesan digel hevalbendên xwe piştî şkenceyeke nemirovane dawî li jiyana wî anîn. Seyda, jiyana xwe ji bo dawa mezin a Îslamê weqif kiribû û hertim ji bo selametî û serkeftina miletê xwe yê mezlûm û bêxwedî di nava kar û çalakiyên aştiyane û sîvîl de bû.
Piştî sêzdeh salî hîna jî kujer û hêzên tarî yên pişt perdeyê nehatine aşkera kirin û ev tawan weku pirs û dawayek ji dewletê tê kirin. Heta dewlet faîlên rastî yên vê bûyerê aşkera neke dê di bin tometê de be.
Hezar silav li giyanê pak ê seydayê ezîz Îzedîn Yildirim û hevalê wî Şehîd Avci be. Em seydayê hêja bi rêz û minet bi bîr tînin û kujer û pîlangêrên bûyera kuştina wî şermezar dikin û em van kesên xwînrij dispêrin edl û xezeba Xwedayê Mezin.
Komeleya Nûbiharê
http://www.komanubihar.org/haber_detay.asp?haberid=92
www.komanubihar.org