
Eve 18 salin Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) hatî damezirandin. BFC herdemî di rûdanan de hawara hemwelatiya çûye û li hemû beşên Kurdistanê arîkariya pêwîst gihandiye hemwelatiya.Li Bakur, Başûr,Rojhilat û Rojava arîkarî û pişgiriya hemwelatiya bê cudahî kiriye û her demî bi kar û xebata xwe bûye cihê teqdîra hemwelatiyan.
BFC bi minasebeta 18 mîn salvegera damezirandina xwe daxûyaniyek ragihand.
DAXÛYANIYA BCF:
Bi helkefta 18. salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû nîştecihên Kurdistanê û hemû civakên cîhanî (Bi hemû pêkhatên neteweyî û olî û mezhebî ve) û damezrêneran û karmendan û xwebexşên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn.
Her li vê rojê da carekî dîn, soza xwe nû dikîn, bi heman rêya pîroza rêbazê Barzaniyê Nemir ku kerem kiriye: “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”, pêdagir û xwediyê proje bîn, ji bo xizmetkirin û hawar hatin û karên mirovî, li her quncikeke ser zevî ku pêwîstiya wan bi hevkariya me hebê.
Her wiha spas û rûmetên xwe ji bo rêxistinên navdewletiyên hevkarîbexş, hevbeş, sermayedar û xêrxwazên navxweyî û derveyê Herêma Kurdistanê derdibrîn ku herdem wekî qelayek li pişt kar û çalakî û projeyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûn.
04.08.2023
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF)


