Polîtîk

Salvegera damezirandina YCDK Û YXK pîroz kir

Bi minasebeta 60mîn salvegera damezrandina her du Yekîtiyên we yên têkoşer gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya endamên ev du Yekîtiyên han dikim û hêvî dikim ku, ciwan û xwendekarên me di çarçoweya wan du Yekîtiyên han de bi rih û caneke nîştimanperwerane û çekdar bi perwerdehiyeke serdemiyane hêz û enerjiya bêdawî ya xwe bi tevger bikin xizmeta welat û nîştimana xwe û pêşkeftina demokrasî bikin û hewl bidin bo dabîn kirin û gerentî kirina paşerojeke baş bo Gel û welatê me.

Ev du Yekîtiyên han hertim debistana pêgehandina têkoşerên Gelê me bûne û bi deha Serok û Serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê di wan debistanan de meznûn bûne.

Ez jî bi vê yekê serbilindim ku, bi salanek di nava refên wan Yekîtiyan de xizmet kiriye lewre her bi vê minasebeta han jî pîrozbayî li wan têkoşerên dêrîn jî dikim ku, salanek di nava refên wan Yekîtiyan de xebat kirine.(KTV)

Back to top button