Salim Ensarioglu ji İYİ Partiyê îstifa kir

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Salim Ensarioglu, jib o daxûyaniya di derbarê Şêx Sîd de dayî bû encama êrîşên hevalên xwe di IYI partiye de. Ji bo helwesta danî ew dan disîplînê, ji bo vê yekê Ensarîoglu daxûyaniyek da û ji IYI Partiyê îstifa kir.
Ensarî oglu dibêje ku, sala 2018êli vexwandina seroka IYI Partiyê ew tevlî IYI partiye bûye.Tê zanîn ku Salim Ensarîoglu demek dirêj di humetên dema Partiya Rûya Rast(DYP) de wezirtî kiriye û di heman deme de Kşener jî wezîr bû, hevdû baş nasdikiran.
Ensarîoglu beşek daxûyaniya xwe de dibêje: . Divê baş bê zanîn ku Şêx Seîd, Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî û Seyîd Riza ji nirxên girîng ên herêma min in. İYİ Partî êdî doza xwe ya rastgiriya navendê pêk nayîne. Ev helwest nîşan dide ku partî ji felsefeya xwe ya damezrîner a neteweperwerî, geşepêdan û nasnameya demokratîk dûr ketiye û tu tehemula nêrînên cuda û nasnameyên cuda din ava partiye de nemaye. demokratîk nîne. Sedemên siyasî yên ku ez û ÎYÎ Partî gihandin hev, ji holê rabûn. Ez ê tu carî dev ji parastina rastiyên ku ez pê bawer im berendim.Weke ku Hezretî Bedîuzzeman Seîd Nûrsî jî gotî: ‘Bêdengiya li hemberî neheqiyê bêhurmetiya heqîqetê ye’ Ez ji raya giştî re radigihînim ku ji ber hurmeta xwe ya ji bo heqîqetê, ji îro pê ve tu pêwendiyam ni ligel IYI Partiyê nemaye û ez îstifa dikim.