Salihî: Eger me Karayilan bigirtaye dê me ew radestî Tirkiyê bikraye.
Li ser daxwaza Ahmet Davutoglu wezîrê derve yê Tirkiyê duhî Elî Ekber Salihî wezîrê derve yê Îranê çû Enqereyê.
Wezîrê derve yê Îranê digel wezîrê derve yê Tirkyeyê civiya û piştî civînê her du wezîran di preskonferensekê de behsa encamên civîna xwe û sedema serdana wezîrê derve yê Îranê bo Tirkyeyê kir.
Elî Ekber Salihî wezîrê derve yê Îranê got ku Tehran dixwaze têkiliyên digel Enqereyê kûrtir bike û hevkariyên di warê ewlehiyê de berfirehtir bike.
Salihî behsa bûyera kuştina leşkerên tirk li Colemêrgê jî kir û got ku ew jiber kuştina serbazan xemgîn in û got: “Gelê Tirkiyê û gelê Îranê şaxek ji darekî ne û birayên hev in.”
Wezîrê derve yê Îranê ji Tirkiyê xwest ku, zextê li Ewropa bike ku çawa PKK xistine nav lîsteya terorê, PJAKê jî bixin nav wê lîsteyê de.
Salihî di bersiva pirsa ku gelo wan serokê KCKê Murat Karayilan girtine yan na de, got ku Îranê qet serokê KCK-ê Murat Karayilan negirtiye û ger bigirtana dê radestî Tirkiyê bikrana.
Tê payîn, Salihî digel serokomar Abdullah Gul û serokwezîr Erdogan jî hevdîtin bike.
Herwesa wezîrê derve yê Îranê digel Ebdula Gul serokomarê Tirkyeyê civiya û civîna wan ku civînek girtî bû, 45 deqîqyna dom kir.
Salihî ji aliyê Erdogan serokwezîrê Tirkyeyê jî ve hat pêşwazî kirin