Saleh gul danin ser gora çeteyên enfalê û kîmyabaranê
Bi minasebeta roja Artêşa iraqê li Iraqê rojek bû bêhn vedan. Lê hukumeta Kurdistanê roja Artêşa Iraqê li Kurdistanê pîroz nekir û tu rojek wek bêhnvedanê ranegihand.
Di vê derbarê de, parlementerê berê yê YNKê Serwer Ebdulrehman da xûyakirin ku îro Berhem Salih tacegul li ser gora çeteyên Enfalê daniye. Herwiha Ebdulrehman dibêje ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş kiriye ku îro nekiriye betlaneya fermî.
Parlementerê berê yê YNKê Dr. Serwer Ebdulhrehman rexne li Berhem Salih girt û da zanîn ku îro Berhem Salih tacegul liser gora çeteyên Enfalê û kîmyabarana Heleçbeyê danîye. Herwiha amaje bi helwêsta Herêma Kurdistanê jî kir û ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê baş kiriye ku roja yadkrina artêşa Iraqê nekiriye betlaneya fermî.
Serwer Ebdulrehman di tora medyayî ya facebookê de nivîsiye: “Karekî baş e ku Herêma Kurdistanê roja 6ê Çileyê nekiriye betlaneya fermî. Çûnke ew roja artêşa Enfal û kîmyabaranê ye.” Herwiha Ebdulrehman wiha nivîsîye: “Min nedîtiye Mam Celal û Fûad Hûsên çûbûne û gul liser serbazê wenda danîbin.Danîna wan gulan liser wî cihî danîna gulane liser gora çeteyên Enfal û kîmyabaranê ne.”
Îro Berhem Salih weke yekem serokkomarê kurd li Iraqê tacek gul liser gora çeteyên Enfal û kîmyabaranê danî.