CivakRojev

Sala 2020ê de 7 milyar dînar ziyan ji ber PKKê geheştê xelkê vî sînorî

Qaymeqamê qeza Amêdiyê da xûyakirin ku, sala borî ji ber hebûna bingeyên PKKê li sînorê wan û bombebaranên balefirên şer ên Tirkiyê, ziyanên madî yên xelkê li sînorê wan 7 milyar dînar bûne.

Qaymeqamê Amêdiyê Îsmaîl Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji ber hebûna binkeyên PKKê li sînorê me berdewam balefirên şer ên Tirkiyê sînorê qeza Amêdiyê bombebaran dikin û ji ber wê jî 200 gundên navçeyê bi salane hatine vala kirin.’’

Herwaha got: ‘’Qeza Amêdiyê xwedî axeke bihêz û jîngeyekî başe, lê xelk ji ber hebûna PKKê û metirsiya ser canê xwe wek pêwîst nikarin sûd jê wergirin.’’

Qaymeqamê Amêdiyê got: ‘’Salane her ji aliyê canî û madî ve ziyanên zêde digehin rûniştvanên navçeyê û xwezaya deverê. Ji ber şerê PKKê heta naha li sînorê Amêdiyê 33 hemwelatî şehîd bûne û li gor amarekî ku me kom kiriye sala 2020ê de 7 milyar dînar ziyan geheştiye xwezayê û xelkê navçeyê bi giştî.’’

Herwaha ragehand: ‘’Di bombebaran û şerên derketine de rez û bax şewitîne kiştûkaliya xelkê ya li gundan jinav çûye. Ji ber wê em daxwaz dikin PKK li vê navçeyê xwe vekêşe û ber bi sînorê xwe yê rasteqîn ve biçe û xebata xwe li wan deveran bikin.’’

Back to top button