Civak

Şahiyên Adar û Newrozê li Hewlêr gelek geşe

Roja 11ê Adarê ku hemdeme li gel azadbuna bajarê Hewlêr û derxistina beyannameya 11ê Adarê, heştemîn festîvala azadî û Newrozê dest bi karên xwe dike û heta 10 rojan jî berdewam dibin.

Li civîneke rojnamevaniyê da, Tahîr Abdulla Cîgirê Parêzgerê Hewlêr û Serokê Lîjneya Bilinda Amadekariyên Çalakiyên Paytexta Geştiyarî‌ ragihand, li 11 heta 20ê Adarê,  10 roj heştemîn festîvala azadî û newroz berdewam dibe û got: “Îsal bi sedema wê yekê ku Hewlêr paytexta geştiyariye, bi baştirîn awayî amadekarî ji bo encamdana festîvalê hatine kirin”.

Her wiha behsa ewe jî kir ku festîval çendîn xalên cûda pêktê, bi beşdariya tevahiya Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanê yên derveyê îdareya Herêmê û çend welatekî derveyê Herêmê yên wekî Romanya, Mexrîb û çend welatekî dinê Erebî û Ewrupî pêktê‌.

Balkêş e ?
Close
Back to top button