Cîhan

Sadir dibêje Trump virusa Corona belav kir

Muqteda Sadir Rêberê Tevgera Sadir li peyamek da Donald Trump bi belavbûna virusa Corona tometbar dike û dûpat dike ku her dermanek ji bo vê virusê ji aliyê Amerîka ve bê çêkirin ew vê yekê red dikin.

Îro çarşem 11ê Adar Muqteda Sadir Rêberê Tevgera Sadir û palpiştê Hevpeymaniya Saîrûn, twitekî belav kiriye û têda rexne li Donald Trump Serokê Amerîka digrê û dibêje: Me karê baş di dijî virusê Corona kiriye.

Her wiha dibêje: “Ey Trump tu û mînakên wekî we, belavkirina vê nexweşiyê tometbarin bi taybetî ku tê zanîn ew kesên zêdetir bi destê wê ve dinalin, dijî Amerîkane. Em hîç dermanekî Amerîkî naxwazin.

Back to top button