Polîtîk

Ş.Elçî: Ku wiha dewam bike heta 10 sala veqetîn wê pêk bê

Rojnameya Milliyetê Asli Aydintaşbaş, îro di qunciknivîsa xwe de cîh daye daxuyaniyên Parlementerê Amedê Şerafettîn Elçî. Aydintaşbaş wiha dest bi nivîsa xwe kiriye, “di sala 1979 an de, dema Şerafettîn Elçî wezîr bû, ji ber gotina, ‘ez Kurd im, li Tirkiyê Kurd hene’, ketibû girtûgehê. Rojnamevan qala ezmûniya Elçî dike û diyar dike ku ew her tim dûra PKKê, heta car caran li hemberî PKKê siyaset kiriye, tesbîtên wî wiha tîne ziman: “Ger ku serokwezîr bixwaze kare ev çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bike, kare hema mafê xweparastina bi Kurdî bîne Desteya Wezîran. Kare tacrîda li ser Ocalan hema sist bike. Mixabin ku min daxuyaniyên Erdogan yên dawiyê guhdarî kirin, ez ketime nav tirsê. Tam di nav rihekî dîktatoriyê de ye. Di nav têgeheke ku her tim xwe mafdar dibîne, ti îtibarê nade ti kesan û dixwaze herkesî teslîm bigre de ye.”

Li ser pirsa, “hûn li hemberî greva birçîbûnê a ku Ocalan xistiye navenda xwe nerehet nabin?” Elçî wiha dibersivîne: “Vana mirovên îdealîst in. Ji bo armancekê mirin girtine ber çavan. Hinekê wan bi can û rih ji Ocalan hezdikin û wî ji xwe re rêber qebûl dikin. Ev rastiyeke, qebûl bikin an nekin, lê ji bo ev mirovana Ocalan rêbereke. Jibîr nekin, gellek mirovan ji bo Ocalan xwe şewitandin. Yanê vê rastiyê tinebûn hesibandin ti faydê nade.”

Asli Aydintaşbaş ji Elçî dpirse, “10 sala şûnda Tirkiyeke çawa wê derkeve pêş me?” Elçî: “Ger serokwezîr bi vî awayî bidomîne wê dabeşî derkeve pêş me. Hêdî hêdî em ber bi wê ve diçin. Jenerasyona me, jenerasyona Kurdan a ku bi diyalogê wê çareseriyê karibe bîne a herî dawîn e. Ger ku bi me re lihevnekin, ji jenerasyona ku piştî me tê re nikarin lihev werin. Serokwezîr pêwiste zûtir hewl bide. Mixabin ew bi awakî din helwesta xwe nîşan dide.”

Elçî diyar dike ku, Kurd ji aşîtiyeke birûmet re qaîl in lê teslimiyeteke bêrûmet êdî ne pêkan e ku çêbibe.

Back to top button