
Li gora daxûyaniya wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu 10ê Adarê li Antalyayê di Foruma Dîplomasiyê de ew dê li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba civînek sê alî li darbêxin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di konferansek rojnamevanî de behsa rewşa Ukranya yê û bûyerên rûdidin kir û got: Armanca me ya sereke rawestandina şer e. Heta niha me 12 hezar hemwelatiyên xwe ji Ukranyayê ji bo Tirkiye veguhaztine.
Çavuşoglu da xuyakirn ku; me gelek hewldan kirin ku herdu aliya bînin ba hev. gelek hewl da herdu aliyan bînin ba hev. wezîrê derve yê Rusyayê û wezîrê derve yê Ukranyayê beşdarbuna xwe ji bo civînê dane xûyakirin.