Cîhan
Rusya Tamatayên tirkiye paşde vegerand
Ji ber siyaseta tirkiye ya li Suriyê, ketina tirkiye li bajarê Idlibê, Rusya dîsa Tamata û Bacanên Sor yên tirkiye li paşde vegerand.
Rusya dide zanîn ku asta pêwîstiya me ya 150 ton tamateyan bi dawî bûye û 250 barhilgirên di navbera sînorên Ukrayna û Rusyayê de paşde vegerand. Ji ber vê yekê jî 5 hezar ton tamatayên di nava barhilgiran de berev rizî û genîbûnê diçin û eve jî nêzîkî 20-30 milyon dolar ziyanê digihîne bazirganan.
Li hember vê yekê berpirsên Rusî didin zanîn ku pêwîstiya wan ya asta kirîna Bacana Sor an ku Tamatayê 150 hezar ton bû ewe jî bi dawî bûye.