Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsyayê ji ber wan rêkarên Amerîka li Sûriye li ber girtiye hişyariya li ” teqîna” pirsa Kurd de da û tekez kir ku pêwîste rêgiriya wan ya li binpêkirina yekîtiya axa Sûriyê de bê kirin.
Lavrov li civîneke rojnamevaniyê da îro dûşem got: Amerîkî hewl didin otonomiyek ji bo Kurdan “li Bakûrê Sûriye ” çêbikin ku desthilata wê wekî desthilatên dewletekê dibin”. Her wiha got: “Wekî dizanin ew hewl didin tirkan razî bikin ku rêgirî li vê hengava wan neyê kirin”.
Berdewamiya axaftina xwe de got: Lîstina bi yekîtiya axa welateke din binpêkirineke eşkere ya yasaya navdewletî ye. Li vê rewşê de jî ev babet tenê ne bi Sûriyê ve girêdayî ye, belku li ser pirsa Kurd yekgirtiye û bi cîh dibe, ew jî dibe ku gelek bihêz biteqê û ew rewşa niha bi beramber rewşa wê demê de wê girîngiya wê gelek kêmtir bibe.”