
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî civîna îro ya parlementoyê bû û bersiv da pirsên parlementeran.
Mesrûr Barzanî ragihand: “Hatina me bo parlementoyê ji bo wê yekê ye ku em ji hev têbigihin, bersiva pirsên we li ber we bidin û ew peywendiya pêwîst a saziya cîbicîkirin û yasayan heye, bi awayekî yasayî û şaristanî û demokrat pêk bînin, mafê we ye ku hûn bersiva pirsên xwe bizanin.”
Li ser belavbûna vîrûsa koronayê (Covid-19) Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand: “Mijara koronayê tenê li Herêma Kurdistanê nîne û hemû cîhan girtiye, herwiha qeyrana darayî li hemû cîhanê heye û di destê kesekî de nîne. Lê girîng e ku parastina qewareya yekrêzî û yekhelwestiyê heye, bi aliyê desthilatdar û opozîsyonê.”
Derbarê mûçeyên fermanberan de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Budce li ser bingeha dahatê tê amadekirin, yek ji dahatên me petrol e, ya din dahata naxweyî ye û ya din hikûmeta Iraqê, mixabin li gelek qonaxan heqê Hikûmeta Herêmê neşandiye, di du qonaxan de jî nirxê petrolê gelek daket, em li kabîneya berê jî rastî sê qeyranan hatin, niha jî sê qeyran, berê daketina buhayê petrolê, DAIŞ, neşandina budceyê. Niha jî belavbûna koronayê, daketina buhayê petrolê û neşandina budceyê ye ji aliyê hikûmetê ve, eger dahateke çespandî nebe, nikarin mûçeyan amade bikin, her dema ku em dilniya bibin ku em dikarin budce amade bikin, em pêve pabend dibin û bêguman amade dikin û dişînin parlementoyê.”
Mesrûr Barzanî li ser deverên veqetandî û nehiştina erebkirina wan deveran ragihand: “Me ti awayî ew pêngav qebûl nekirine. Daxwazeke min jî ji parlementerên birêz heye, gelek caran hikûmeta federalî û hinek alî dixwazin me bidin aliyekî, ew di wê baweriyê de ne ku kêşeya me tenê budce û mûçe ye, kêşeya me ji wê gelek mezintir e, yek ji wan deverên veqetandî ye, nasnameya neteweyî, ax û tiştê gelek girîngtir e, budce jî yek ji wan tiştan e, ew dixwazin bi vê mijarê, ewên din ji bîr bikin, lê bi dirêjahiya dîrokê û çend salên derbasbûyî jî kar li ser wê hatiye kirin, heta niha ligel hikûmeta Iraqê em li ser xet bûn û mijara guhertina demografî û erebkirina deverên Kurdistanî were sekinandin û şevê din jî ez bi Serokwezîrê Iraqê re axivîm û Kak Qubad jî ku serokatiya şanda Herêma Kurdistanê dike bo Bexda û birayên me yên din û ji bo Bexdayê wezîrê me yê taybet heye, li ser vê rewşê gelek hat axaftin.”
Herwiha diyar kir: “Me du pêngav pêşbînî kirine ji bo wan deveran, yek ji wan dabînkirina ewlehiyê ye li wan deveran ku hatine veqetandin, da ku li wan deverên him hêzên Iraqê bi awayekî pêwîst hebûna wan tine û Pêşmerge jî li wir tine, bûne cihên tirsandin û bizdandina Kurdan û xeynî Kurdan. Duh jî civîneke me ya din hebû, me daxwaz kir ku hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û hêzên din ên Iraqê were kirin ji bo dabînkirina asayîş û ewlehiya wan deveran.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ji bo çareserkirina van kêşeyan, tenê û tenê cîbicîkirina madeya 140 e, ku hatiye pêşniyazkirin û em dakokî li cîbicîkirina wê dikin û em derbarê vê mijarê de li ser xet in.”
Li ser geşbîniya rêkeftina ligel Bexdayê, Mesrûr Barzanî ragihand: “Belê, em geşbîn in û me her carê hewl daye ku em li hev bikin û em gihiştine qonaxa pêşketî, lê ev xeletiya me nebû ku encamên gotûbêjan nehatin cîbicîkirin, di hikûmeta Iraqê de îstîqrar çênebû û guherî.”