Pîştî Amerikayê, Rusya jî li himber operasyona Tirkiye ya Suriye û hinek deverên raojavatê Kurdistanê bertek nîşan da.
Berdevka wezareta derve ya Rusyayê Maria Zakharova da xûyakirin ku, eger rizaya hukumeta meşrû ya Suriye tinebê,her gava bê avêtin raste rast ihlalkirina yekitiya axa Suriye ye. Herweha her hereketa li himber axa Suriye, dibe sedema aloziyan.
Berdewamiya daxûyaniya xwe de Zakharova dibêje ku, em metirsiya Tirkiye ya ku li ser sinor têdigihin, lê belê çare tenê ewe ku li deverê sinor artêşa Suriye bê cih kirin.