Rûsya jiyana yek milyon Kurdên Rojavayê Kurdistanê xistiye nava metirsiyê
Ji ber kêşe û gengeşeyên li Sûriye û girtina derbasgeha “Til Koçer” jiyana yek milyon Kurdên li Rojavayê Kurdistanê li metirsiyê daye.
Deriyê tixûbiyê “Til Koçer” take derbasgehe ku hevkariyên miroviyên rêxistina Neteweyên Yekgirtî têda derbas dibin, lê belê ew derbasgeh ji ber vetoya dewleta Rûsya nayê vekirin û eve jî bûye sedema wê yekê ku xelkekê zêdeyê ji koçberên Rojavayê Kurdistanê ji hevkariyên mirovî bêbeş bin.
Derbasgeha “Til Koçer” nêzîkî şeş mehe hatiye girtin û biryare meha bê civîneke din ji bo vekirina wê derbasgehê bê encamdan û eger vê carê jî Rûsya veto bike, koçberên Rojava tûşî rewşeke xerap û nexwestî de dimînin. Berê hevkariyên dermanê û pêdiviyên nexweşxaneyan li wê derbasgehê ve diçûn Rojava lê belê niha ev pêdiviyên pizîşkî jî nagihin û eve jî giriftekê mezin pêkaniye.
Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ragihand ku li Rojava yek milyon kes pêwîstiya wan bi hevkariya bi lez ya mirovî heye.