Polîtîk

Rûsya girîngiyeke taybetî dide Kurdistanê

Dr Bekir Şah Mihemed Cîgirê Serokê Enstîtuya Kurd li Rûsya: Konsolê Rûsya li Herêma Kurdistanê roleke sist li peywendiya Herêma Kurdistanê û Rûsya de dîtiye.

Dr Bekir Şah Mihemed Cîgirê Serokê Enstîtuya Kurd li Rûsya li hevpeyvîneke taybet de balkişandiye li ser wê yekê ku Konsolxaneya Rûsya li Herêma Kurdistanê rolekî sist li pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û welatê Rûsya de dîtiye û sedema wê sîstiyê jî peywendiyên siyasî ne. 

Her wiha Dr Bekir Şah Mihemed dibêje: Rûsya girîngiyekî zêde dide Herêma Kurdistanê, ji ber ku welatekî gelek girînge li warê neft, gaz, ajaldarî û çandinê de, li heman demî de ew welat li warê zanistî de bi taybetî beşa Fîzya û bîrkariyê de gelek li pêşe û pêşketiye, wekî dizanîn yekem heyva destkird li sala pencihên sedsala derbasbûyî li wî welatî de berdan valahiya esmanê. Ji bo wê yekê girîngiyekî zêde ji bo Herêma Kurdistanê heye û dikarîn li wan hemû waran de sûd ji welatê Rûsya werbigrîn.

Back to top button