CîhanRojev

Rusya genimê Ukranyayê didize û difroşe!

Li gora nûçeya ajansa Reutersê, Balyozê Ukranya yê li Enqere Vasyl Bodnar da xûyanikirin ku, genimê Rusyayê ji Ukranya dizîye tê firotin, di nava bikiran de Tirkiye jî heye.

Bodnar di vê derbarê de got: Rûsya bi awayekî bêşerm genimê Ukrayna didize û ji Kirima dagirkirî derdixe, piştre jî van dexlan dişîne welatên derve, Tirkîye jî di nav wan welatan de ye, Me bang li Tirkîyê kir ku alîkarîya me bike û li gor ragihandina karbidestên Tirk di derbarê kesên ku genim didizin û difroşin de dozên tawanbarîyê werin têne vekirin.
Bolyozê Ukraynî herwiha eşkere kir ku keştiyên ku tevlî veguhestina genimên dizî bûne keştiyên bi navên Nadezhda, Finikia, Sormivskiy, Vera û Mikhail Nenashev in.

Balyozxaneya Ukrayna ya li Beyrûtê vê hefteyê ji Reutersê re gotibû, Rûsya nêzî 100 hezar ton genimê dizî ji Sûrîyê re şandiye.

Back to top button