Cîhan

Rusya: Em hevkarên xwe teşwîq dikin ku bi her awayî têkiliyan bidomînin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova di civîna çapemeniyê ya ku li paytext Moskowayê li dar xist de pêvajoya asayîkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê nirxand.

Zaharova bal kişand ser wê yekê ku, Tirkiye di van demên dawîn da gavên girîng avêtine û wiha got: “Di demên dawî de ji Tirkiyeyê, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di nav de sînyalên tên ku ji bo vê (normalkirina têkiliyên bi Sûriyeyê re) amade ne. Em vê meylê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Her du alî jî di vî warî de erênîn e. Em di wê baweriyê de ne ku dê gavên pratîk bên avêtin.“

Zaharova destnîşan kir ku normalkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê ji bo çareseriya berfireh a Sûriyeyê û zêdekirina ewlehiya herêmê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û wiha dewam kir, “Ji ber vê yekê em hevkarên xwe teşwîq dikin ku bi her awayî têkiliyan bidomînin.”

Zaharova da zanîn ku formata Astanayê tekane mekanîzmaya navneteweyî ya bi bandor e ji bo çareseriya aştiyane li Sûriyeyê û got, “Em bi biryar in ku di formata Astanayê de bi hevkarên xwe yên Tirkiyeyê re hevkariyên xwe yên nêzîk bidomînin.”

Back to top button