Fermandarê HSD Mazlum Ebdî hevpeyvîneka xwe ya li gel Foreign Policy, dibêje ku Rusya dixwaze em teslîmê rejima Suriye bibin.
Ebdî dibêje: Dema hêzên Amerikayê biryara vekişandinê dan ,me qebûl kir ku Rusya li herêmê cih bibe. Ji bo Amerika xwe da aliyekî me ev yek qebûl kir.Mercê me jî ew bû ku Rusya ne li gel rejimê li gel me di nava koardînasyonê de be.
Berdewamiya axavtina xwe de Ebdî dibêje:Berpirsên Rusya yan baweriyê li propagandeya li dijê Kurda tê kirin tînin, yan jî vê yekê tenê ji bo berjewendiyên xwe kar tînin.Ji bo ku îdara xweseriyê xwe li himber wan netewand, ew jî hileyên cur bi cur dikin.
Mazlum Ebdî berdewamiya hevpeyvîna xwe de got:Putin û Esad dixwazin HSD xwe radestî artêşa Suriye bike.Ew bi vê yekê dixwazin li ser herêma xweser bibin xwedî desthilat.
Rojnemevan Amy Austin Holmes meha Îlonê de ev hevpeyvîn pêkanîbû, lê 21 Oktoberê de belav kir.
Holmes bi xwe nirxandina li ser vê hevpeyvînê kirî de dibêje: Rusya dixwaze di navbera Kurda û Erebande cudahiyên olî geş bike û nakokiyan zêde bike û bi vê yekê hêza HSDê ji nav bibe. Rusya ji bo heman sedemê mekanizma propagandeya rejima Suriye bi hêz dike û hewl dide da ku DYA ji herêmê xwe bide aliyekî.