Tirkiye hêzek berbiçav ya artêşa xwe li tixûbê navbera Tirkiye û Efrinê bi cih kiriye. Armanca Tirkiye ewe ku êrîşê YPGê li devera Efrînê bike. Tirkiye bi zimanek fermî daye xûyakirin ku, heyina hêzên YPGê li Efrînê li ser Tirkiye tehdîdeke.Ev çend carin ku ji bo heman sedemî Tirkiye gundên Efrinê bombebaran dike. Wek tê zanîn Tirkiye ji bo ku Amerika arikariya hêzên YPGê dike dilgirane û ev dilgiraniya xwe gelek caran ji Amerikare daye xûyakirin. Lê Amerika ya Tirkiye nake û hinek pirsan de demana dide Tirkiye. Ev yek jî bûye sedemek ku Tirkiye di pirsa Suri de nêzikî Rusya dibe.Dixweyê Tirkiye bi rizamendiya Rusya xwe ji bo êrîşekî li ser devera Efrînê amade dike. Ji ber ku piştî Tirkiye amadebaşî kir, Rusya leşkerên xwe ji deverên Efrinê ku di bin destê hêzên Suriye de bûye dikşîne.Herî dawî duh Rusya baregeha xwe ya li devera Kefir Cenê vale kir.
Pêş
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
30/06/2025
Divê mijar ne tenê danîna çekan be!
Têkildar
Balkêş e ?
Close - Şêx Seîd Îslam û Kurdistan28/06/2025