Cîhan

Rûsya 6 milyon derziyê Korona li mehek da berhemtîne

Raporeke Daily Mail ya Brîtanî ragihandiye Rûsya ji niha de kar li ser çêkirina derziyeke din ya bi navê “EpiVacCorona” dike ku li kargehên Sîbîrya berhemtîne û taqîkirina wê jî li meha Eylulê de bi dawî bide. Heta niha li ser 57 xwebexşan hatiye taqîkirin û ti bandoreke wê yê xerab nebûye.

Dennis Manturuv Wezîrê Pîşesaziya Rûsya jî pêşbînî dike mehane nêzîkî 2 milyon derziyê Korona berhem bînin dibêje, li paşerojê de rêjeya berhemanîna derziya korona mehane 6 milyon bilind dikin, eve jî di demek daye Rûsya wekî yekemîn welat berhemanîna derziya koronayê ragihand û li ser hejmarek welatiyan ceriband.

Back to top button