Roja Pêncşem 16-6-2016 li demê beşdarîkirin li Kombenda Aboriya Cîhanî li bajarê San Petersburg ya Rusiya, Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî Sergei Lavrov Wezîrê derveyê Rusiya civiya.Di civînê de Lavrov bi xêrhatineka germa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û şanda pê re kir û kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê xuyakir. Li dîv re behsa têkiliyên bihêzên navbera Hewlêr û Moskoyê kir, bi taybetî ku çend sal e Konsulê Giştiyê Rusiya li bajarê Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê heye û kompaniyên enerjiya Rusiya li Herêma Kurdistanê kar dikin.Her wiha bal kişande ser alîkariyên serbaziyên Mosko ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorîstên DAIŞê ku nîşaneya hebûna têkiliyên baş in navbera her du aliyan û pêdagirî li ser vê yekê kir ku têkiliyên dostane û alîkarî ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê berdewam dibe.Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasî û pêzanîna xwe nîşan da ji bo vê pêşwaziyê û behsa têkiliyên dostane yên dîrokî navber Gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rusiya kir, her wiha spasiya alîkariyên serbaziyên Rusiya ji bo Herêma Kurdistanê li şerê dijî terorê kir û hêvî xwest alîkariyên Rusiya ji bo Herêma Kurdistanê berdewam be.Nêçîrvan Barzanî her wiha karên Kompaniya ya Gazprom Neft li Herêma Kurdistanê giring nirxand û amaje bi vê yekê da ku hebûna Konsulxaneya Rusiya li Hewlêrê nîşaneya vê yekê ye ku têkiliyeka bihêz navbera Hewlêr û Moskoyê heye û hêvî xwest têkiliyên li warên aborî, siyasî, kultûrî û çandinyê bihên berfireh kirin û Rusiya li wan waran pitir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.Li pareka din ya civînê, behsa rewşa penaber û koçberên destê terorê hate kirin ku hawara xwe ji bo Herêma Kurdistan anîne û Hikûmeta Herêmê bi baştirîn metod pêşwazî jê re kiriye û xizmetkarî ji wan re pêşkêş kiriye. Lavrov her derbarê vê pirsê destxweşiya vê kiryara Gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û giring nirxand.Li dawiyê jî her du aliyan behsa rewşa deverê bi giştî û şerê dijî terorîstên DAIŞê bi taybetî û her wiha hin pirsên din kirin.
Pêş
08/11/2024
Erdogan:Em çavên xwe ji pêşkirina pereyên millet ji baronên terorîst ên li Qendîl û Ewropayê re nagirin.!
08/11/2024