Polîtîk

Rûnkirinek di derbarê dosyeya Soran Omer belav kirin

Fermangeha Medya û Zanyariyên Hikumeta Herêma Kurdistanê rûnkirinek di derbarê dosyeya Soran Omer belav kir ku eve jî naveroka wê ye:

Piştî ku Parlementer Soran Omer li dezgehên ragihandinê ve çendîn tometên nerast û bê bingeh pêşkêşî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê kir. Serokê Dawakariya Giştî daxwaz kiriye ku Parlementerê nav bihurî belgeyên pêwîst yên di derbarê tometên wî, radestî lîjneya mafê giştî ya li Serokayetiya Dawakariya Giştî bike û rastiya tometan diyarbike, eger na tometên wî diçine xaneya bêbextî kirin û nav hetikandinê û encamê de rûbirûyê yasa tê kirin. Lê belê piştî çendîn caran agahdar kirinê, nav bihurî hîç belgeyek li ser tometên xwe pêşkêş nekiriye û xwe jê veşartiye. Ji bo wê yekê daxwaz ji Serokayetiya Parlemena Kurdistanê hatiye kirin ku li gor peyrewa navxweya Parlemen, rêkaran li ber bigrin heta rastî rûn û eşkere bibin û sînorek jî ji bo nav hetikandin û tomet pêvedana navbihurî bê danîn.

Xelkê Kurdistanê dizanin Serokê Hikumetê di demên derbasbûyî de çend bîhnfireh buye beramber vê nav hetikandin û tometa beşek ji Parlementeran, lê belê mijule ev babet dibê diyardeyek ku ji hêviyeke karê Parlementeriyê û bi mebesta têkdana siyasî û raya giştî tê kirin.

Ji bo agahdariya hemû aliyek jî babeta hilgirtina parêzbendiya Parlemen li rûyê yasayî ve rê pê hatiye dayîn û bi wateya jê wergirtina endametiya Parlemenî nîne, belku proseyekî yasayî û medeniye û her dema Parlementer yasa binpê bike, li gor peyrewa navxweyî ya Parlemena Kurdistanê maddeya (24) parêzbendî li ser tê hilgirtin heta ku dadgeh bikarê li rûyê yasayî ve rêkar û rêyên xwe li ber bigre û kesê binpêkar rûbirûyê yasa bê kirin.

Fermangeha Medya û Zanyariya Hikumeta Herêma Kurdistanê

04.05.2020

Back to top button