Polîtîk

Abdurahman: Bila niha bêyî Kerkûk dewletekî serbixwe ava bikîn

Wezîrê berê yê Hikumeta Herêma Kurdistanê radigihîne ku ew geşbîn nîne bi vegerana Kerkûk û navçeyên derveyê Herêma Kurdistanê û ji bo wê yekê bila niha bi vê razî bîn ku dewletekî serbixwe li ser asta van çar parêzgehan ava bikîn.

Dr Dilşad Abdulrehman Wezîrê berê yê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê li bernameya guftûgoya Rojnamenûs ya li radyoya Rûdaw, ragihand “Rojek divê beşeke dinê ji vê sînora ku niha me heye ji dest bidîn. Ji bo wê yekê bila niha dewletekî serbixwe li ser asta van çar parêzgehan ava bikîn. Em palpişt dibîn bo wan Kurdistaniyên ji derveyê wê dewletê dibin.

Dilşad Abdulrehman her wiha dipirse, “Başe eger ez bikarim xwe xwedî bikim, ji bo çi ez Iraqî bim? Ji bo çi baca şaşiya te bidim?”

Back to top button