Kultur

Romanek nû:Maria Melek bû

Firat Cewerî yê ku ev sî û sê sal in dûrî welatê xwe dijî, her sî û sê salên xwe di xizmeta ziman û edebiyata welatê xwe de bihurandine û di zik hev de salê kitêbek pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kiriye.

“Maria melekek bû” romana Firat Cewerî ya çaran e. Mîna di romanên berê de, Cewerî di vê romana xwe de jî mirovên jibîrbûyî derdixe, wan bi rûkala dinyayê dixe û bi wan bûyereke herêmî dixe ser riyeke gerdûnî.

Lehengê romanê Daniel Öztürk bi traumayên rojên bihurî dijî, birîna ku di ruhê wî de vebûye dev jê bernade, her ku diçe lê girantir dike û rojek tê êdî xwe wenda dike. Li xwe digere, lê xwe nabîne. Hew dibîne ku du jin di jiyana wî de ne; Maria û Rozîn. Yek jê jina wî ye û yek ji jinan tê kuştin. Belkî jî ew bi kêra Danielî tê kuştin. Lê Daniel nizane. Ew nizane ya kuştî jî kîjan e.Ev bûyera ku di kûraniyeke psîkolojîk de dibuhure, me dike şirîkên perçebûna ruhiyetekê û şahidê demekê; demeke ku birînên kûr di gelek ruhiyetan de vekirine.

Daxuyaniya çapemeniyê ya weşanên Ava

Back to top button