Kultur

Romana Mahmut Alinak “Manîfestoya Kûçikan” derket

Parlementerê berê Mahmut Alinak, di doza KCKê de girtîye û di girtîgeha Kandirayê de tê girtin. Di girtîgehê de romana xwe “Manîfestoya Kûçikan” temam gir.

Parlementerê Qers û Şirnexê yê berê Mahmut Alinak, li devre dest bi romana xwe kiribû û di girtîgeha Akndirayê de qedand.
Parêzer Alinak, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” 22yê Mijdara 2011an de hatibû girtin. Nivîskar, di romana xwe de, li ser serpêhatiya kûçikê bi navê Can, ku kûçikê lecê ye, disekine.

Can, di lecan de qet têk naçe. Rojekê raqibekî wisa derdikeve pêş wî ku mecbûr dimîne têkçûnê qebûl bike. Piştî têkçûna yekem a Can, nêrîn û nêzikbûna wî jî tê guherandin, ew êdi bi çavekî din li bûyeran mêze dike.

Mahmut Alinak di sala 1952 an de li Qersê ji dayikê bûye. Fakulteya Hiquqê a Zanîngeha Enqerê xwendiye. Heta niha jê 2 di hepsê de 7 pirtûkên wî hatine çapkirin.

Back to top button