Polîtîk

Rola Serokê Kurdistanê ji bo çareserkirina kêşeya Sûriye girînge

Şarezayekî siyaseta Rûsya ragihand, pirsa serekiya hatina Mikhail Bogdanov ya ji bo Herêma Kurdistanê çareserkirina kêşeya Sûriyê ye, ji bo vê mebestê jî Herêma Kurdistanê rolekî mezin dibîne.

Dr Ekrem Onen li daxuyaniyek da ragihand: Hinek welat bi taybet Rûsya û Amerîka li gel wê yekê ne Kurd yekgirtî bê li Sûriye. Serokê Herêmê jî dikarê vê rolê bibîne, ji bo wê yekê çavê cîhanê ketiye ser Herêma Kurdistanê.

Onen balê dikşîne li ser wê yekê ku Rûsya dixwaze aliyên Kurd li bin yek sêwan û çetirê da biçin guftûgoyê bo ku kiyana Kurd li Sûriye parastî bê.

Her wiha got: Aliyên Kurd li Sûriye jî dabeş bûne li ser dû bereyê da, ew jî rejîm û rikeber. Ji bo wê yekê jî Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, dikarê aliyên Kurd nêzîkî hevdû bike.

 

Back to top button