Rola Pêşmerge parastina destkeftiyên Kurdistanê ye
Şêx Cefer Mistefa wezîrê pêşmerge yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de behsa rola pêşmergeyê Kurdistanê di van bûyerên vêdawiyê yên herêma Kurdistanê de kir û got ku rola sereke ya pêşmergeyê Kurdistanê parastina gel û destkeftiyên herêma Kurdistanê ye. Mistefa got: ” Pêşmergeyê Kurdistanê alîkar û hevkarê xelkê Kurdistanê ye û piştevaniyê li hemû xwenîşandanan dike bi şewtê ku ew xwenîşandan qanûnî, aram û ji şidetê dûr bin.”
Wezîrê pêşmerge di berdewamiya axavtina xwe de got ku hêza pêşmerge pişgîriyê li daxazên xelkê Kurdistanê dike û got: ”Em pêşmergeyên xelkê Kurdistanê ne û em pêşmergeyên tu taqim û grûpa nînin ku bi kêfa dilê xwe me bikarbînin. Em piştevaniya hemû daxazên xelkê Kurdistanê dikin.”
Şêx Cefer behsa hatina hêzên Zêrevaniyê bo nav bajarê Silêmaniyê kir û got: ” Tehedayê dikem ku hêzên Zarevaniyê bo nav bajarê Silêmaniyê hatibin. Hêzên Zêrevanî ser bi wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê ne û li ser daxaza wan hatine derdûrên bajarê Silêmaniyê.