CîhanCivak

Rojnameyên biyanî çi dibêjin?

Hilbijartinên li Tirkiye çêdibin bala Ewropa û DYA yê jî dikşîne û rojana medya van welatan di derbarê hilbijartinan de nirxandina çêdikin.

Nirxandina çend rojnameya di derbarê hilbijartinên serokkomarî û parlementoya Tirkiye de:

Rojnama Independat di derbarê Hilbijartinan de dibêje: Di vê hilbijartina dîrokî de, hêviya ku dawî li kulma hêsinî ya Erdogan werê zêde dibe. Eger Erdogan serbikeve dê desthilatdariya wî heta sala 2023ê berdewam be. Partiyên muxalefetê ditirsin ku eger Erdogan serbikeve, ev hilbijartin dikare bibe hilbijartinên demokratik ya dawî. Dixweyê Erdogan populeteriya xwe di çavê xwe de gelek mezin kiriye.Referanduma dawî de hêviya muxalefetê zêde bibû. Ji bo vê niha ne razîbûna li himber Erdogan zêde bûye.

Rojnama Daily Telegraph nirxandinekî liser berbijêrê CHPê Muharem Ince dike û dibêje: CHPê her daîm li himber Erdogan winda kiriye. Lê niha kurê şofêrekî yê kamyonê derketiye holê û hêviyek eyda kiriye.Ince xwe digihînê aliyên cuda di nava civatê de. Muxalefetê hêviya xwe helwestên Ince yê Populîst ve girêdaye.Ince di propagandeya xwe de dide xûyakirin ku, Erdogan benê xwe yê li gelve girêdayî qetandiye.Rojname balê dikşîne ser hinek gotinên Ince. Ince dibêje: Erdogan tu hêdî ne yek ji xelkê yî. Tu kesekî ji xelkê qût bûyî, tu çaya spî vedixwî ku kiloya wê çayê 4.500 lîreyê Tirkiye. Tiştên ku Erdogan li ser siyaset ava kirî . Niha ji aliyê Inceve jî têne holê.Rojname dibêje: AKP û CHP kurd dane aliyekî lê Ince cardin xwe gihandiye kurda û behsa pirsgirêkê dike. Hilbijerek kurd dibêje: Min tucara xeyala xwe re derbas nakira ku ezê dengê xwe bidim CHPê. Lê niha tişt têne guhertin.Rojnameya  Times di derbarê hilbijartinan de dibêje: Dengên penaberên ji Suriye hatîn dikare bandorekî li encama hilbijartina bike. Ji berî niha serokwezîr daye xûyakirin ku 30.000 penaberên Suriye bûne hemwelatî . Ji aliyek din Ince û Akşener didin xûyakirin ku eger ew bêne hilbijartin, penaberan rêdikin welatê wan. Penaberên Suriye dibêjin, emê dengê xwe bidin Erdogan û AKPê.

Balkêş e ?
Close
Back to top button