Rojnameya Turksolu û nefreta bêsînor

 

Rojnameya nijadperest a bi navê Turksolu, ku heftê carekê derdikeve, di hejmaraxwe a vêheftê de, bi awakî eşkere nefret û rika xwe a li hemberî çalakgerên greva birçîbûnê nîşan dide. Di sernûçeya xwe de, “em piştgiriyê didine greva we a birçîbûnê, ji birçîbûnê geber bin” nivîsand.

Di heman rojnameyê de, bi îmzeya Gokçe Firat, sernivîsek jî hate weşandin. Di sernivîse xwe de ev îfadeyana hatine bikaranîn: “Belê, cara ewile em eşkere çalakiya PKKê destek dikin. çalakiyeke gellekî baş e. Qet paşde gavê neavêjin. Dawî ji çalakiya xwe nînin. Em ê jî dia bikin ku çalakger ji vê çalakiya xwe venegerin. Hiquqa Tirk a ku bi dardakirinê nikaribû cezayê ku bide van, cezayê ku heq kirine bila bi xwe bidine xwe.”

Di berdewamiya nivîsê de rewşenbîr û parlementerên BDPê tên rexnekirin û bi taybet jî daxuyaniya nivîskarê Yaşar Kemal rexne dike û banga wan dike ku bila hemû dest bi greva birçîbûnê bikin. 

Wiha berdewam dike: “Çima wan kesana hatine girtin? Hemû qatilên ku polîs, leşker, bijîşk û mamosteyên Tirk kuştine. Rewşenbîrên ku dema ev kujerana Tirk dikuştin bêdeng bûn, niha çima ku ev kujerana dike xwe bikujin, ji me dixwazin ku em xemgîn bibin. Em çima xemgîn bibin, em bi vê kêfxweş dibin. tenê em ê tiştekî re xemgîn bibin; ku hemû PKK’yî beşdarî çalakiyê nebin. Bila hemû beşdarî greva birçîbûnê bibin. Lê bila ne greva birçîbûnê dest bi rojiya mirinê bikin… Belê cara ewile em çalakiyeke PKKê destek dikin… Berdin bila hemû geber bin.”    

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: