Rojevakurd dê kelemê çavê neyarên Kurdistanêde be
Xwendevanên Hêja wek hun dizanin eve çend rojek bû Rojevakurd venedibûya. Ji Tirkiye çend nawendên cuda lê heve peywendîdar êrîşek gelek bi hêz anîn ser malperê û karin weşana me çend rojan bisekinînin.
Rojevakurd roja dest weşana xwe kirî heta wek vê gave xeta netewî û Kurdistanî parastiye. Başûr destkeftiyek dîrokî ya Netewê Kurd dîtiye û berjewendiyên xaka azad berjewendiyên xwe dîtiye û diparêze.
Ji aliyê din tu cara deriyê xwe ji bîr û baweriyên cuda re negirtiye. Rojevakurd li gora têgihandina xwe li nêrxên Kurdistanê xwedî derdikeve dê vê helwesta xwe berdwam bike. Dixweyê ev yek dijminên Kurdistanê tenê aciz dike.
Ji bo vê yekê jî em dibin armanca êrîşan û weşana me te sekinandin. Lê emê tucara ji dev parastina nirxên netewî bernedin.
Kurdbûn û Kurdistanîbûn armanca me ya serekeye.
Rojevakurd cardin li himber xwendavanên xwe bi serbilindî weşana xwe di xizmeta xeta netewî de berdewam dike.
Bijî Kurd û Kurdistan.
Karmendên Rojevakurd