Di civîna bi serokatiya serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî de ku bi serokê Partiya Dewleta Qanûnê Yasin Mecid re kiriye, gotiye: ”Tirkiye xwe dixe nêv karên Îraqê yên navxweyî, ji ber hindê divê sersefîrê Tirkiyê ji Îraqê derkeve.”

Parleman Yasin Mecid jî, bi taybetî li dij Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan axivî û got: ”Daxuyaniyên wî tev li dijê Îraqê ne û li dijê meseleyên navxwe yên welatê me ne. Ji ber hindê divê sefîrê Tirkiyê ji Îraqê derkeve.”

Yasin Mecid li axaftina xwe domandiye û gotiye: ”Di van demên dawiyê de Erdoganî bi daxuyaniyên xwe, rasterast tiliya xwe dixe nêv karên navxwe yên me. Ji ber hindê divê em sefîrê Tirkiyê ji Îraqê biqewirînin. Tiştê ku tê hişê mirov ev e ku Erdogan çima têkilî karê navxwe yê Libya, Misir û Tunusê nabe, lê têkilî nava karê Îraqê dibe.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: