Polîtîk

Rojavayiyên Kurdistanê serdana mezara nemiran kirin

Bi mebesta nûkirina peyman û pîşandana xebat û têkoşîna bavê ruhî yê neteweyî ya Kurd (Barzaniyê Nemir) û hewl û keda wî ya bi navê yekxistina perçeyên Kurdistanê û nasandina doza rewaya gelê Kurd bi hemû cîhanê, li rêwresmêk da 514 hemwelatiyên rûniştvanê şeş kampa Herêma Kurdistanê, li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve serdana mezarê nemiran û warê Kurdayetî ya li devera Barzaniyan kirin.

Roja 19/04/2014 li dirêjahiya kar û çalakiyên cûr bi cûrên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengiya Encûmena Birêvebirina kampan li ser daxwaza gelek ji rûniştvanên kampên (Quştepe, Dareşekiran, Kevirgosk, Akrê, Basirme, Gewîlan) û navenda rewşenbîriyên wan û Serok û Desteya Birêvebirina wan şeş kampan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî geştekî nûkirina wefa û dilsoziya ji bo bavê rûhê yê neteweya Kurd li devera Barzan geştek saz kir ku têda 514 hemwelatiyê rûniştvanê kampan beşdariyê li wê geştêda kirin.

Piştî gihîştina wan ya Barzan û Mezarê Nemiran, ji aliyê penaberan ve çendîn çalakî û gotar û şî’ir hatin xwendin hate pêşkêşkirin ku hemû behsa jiyana mirovdostî û xebat û qurbanîdana bavê ruhî yê neteweya Kurd Barzaniyê Nemir û Kake Îdrîsê herdem bi bîr dianî ku li jiyana xebat û têkoşîna wan da bi navê gihîştina bi mafê rewayên gelê Kurd li her çar perçeya Kurdistanê berdewam bûn û Kurdan han daye bi navê gihîştina armancên neteweyiyan xebatê bikin. Her wiha li vê rêwresmê de çendîn gotar û pexşan û şî’ir xwendin û çalakiyên cûr bi cûr hatin pêşkêş kirin.

Back to top button