Roja zimanê Kurdî pîroz be
Xwe binas…Celadet Alî Bedir-Xan
Belê xorto xwe binas, lê ne ser pelekî, xwe qenc, bi dehkere û bingeh binas.
Xorto! Heke te hejmara Hawarê a pê?în xwendiye, divêt bizanî û bête bîra te ko min ji Hawarê re bi vî deng û awayî dest pê kir û di xêza wê a pê?în de gotibû:
Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e. Herkesê ko xwe nas dike dikare xwe bide nas kirin (»Hawar«, sal 1, hejmar 1, rûpel 1, yek?emb, 10-ê gulana 1932-yê).
Îro ez vedigerim ser vê gotinê. Tu îro ji berê ji wê çaxa ko ev xêzên ha hatine çap kirin xwendatir û zanatir î. Belê ezê îro van gotinan ji te re rave kim, ji hev derêxînim û mana wan bidim zanîn û te ji te re bidim nas kirin. Da ko tu, hon bi tevayî, bikarin xwe ji biyaniyan re, ji cîhanê re bidin nas kirin.
Heyina te, heyina miletê te, tenê bi hatinnasînê tête pê. Hetanî ko tu meyî nas kirin, xwe medî nasîn, di nav koma miletan de cihê te nîne.
Ev kitêboka ha ji bona vê yekê hatiye nivîsandin. Belê armanca wê ev e: Te ji te re dan nas kirin.
Tu kî yî ? Ji kîjan milet û nîjadî yî? Zimanê te çi ziman e? Tu berê çawan bûyî? îro di çi halî de yî? Jê çawan dikarî bifelitî?
Qenc bixwîne, rind bala xwe bide, hin berên wê jiber bike. Pa? ko te ev xwend û seh kir, nas û hevalên xwe re bide xwendin û ji nexwendiyan re bi xwe bixwîne û bide zanîn.
Heke te holê kir, bi gotin û pendên min ve çûyî, tu xortê min î, xortê miletê xwe yî, sezayê ?aba? û pesn î. An ne… ji xwe destên min ji te dibin.
PENDÊN AYÎNA KURDANIYÊ
Xorto! Jîna te, jîna miletê me bi her awayî rojeke qewimandinê ye. Lê ev roj ne mîna rojên din e. Saetên wê ne bîst û çar lê bêhejmar in, roj tê de bi carên bêpîvan diçit ava û hiltêt.
Tu di roja qewimandinê de zayî, tê de dijî, heye ko di wê rojê de bimirî jî. Ji xwe tu ji jînê bêtir ji bona mirinê hatî dinyayê.
Ev jîn ji me re gerek e ji bona ko em di dema xwe de wê bidin ber çavê xwe û bimirin.
Xorto! Tu çêliyê miletekî kevn, nijadekî mezin î. Pê?iyên te di rûpelên dîrokê, di gorinên gernas û camêran de raketî ne. Tu kurê kurdan, neviyê medan, dahatiyê ariyan î. Lê îro ne tu yî, dîl î, reben û belengaz, jar û qels, dewletek î û bindest î.
Lê te sond xwariye, li ser bext û xencera xwe. Sibe tu yê aza serefraz, bextiyar, kamiran, serdest û bi serxwe bî. Te ev rê ji xwe re bijartiye û tê re diçî. Hêj gelek neçûyî. Tenê çend sal in ko tu tê de yî. Carinan diçî, carinan disekinî ?a? dibî, ecêbmayî dimînî, li dora xwe dinihêrî, xwe bi tenê dibinî, didî nependiyan.
Ev pêlek e em tev de bi riya çiyakî asê ve diçin. Herçend em ji cihê xwe ê pê?în dûr dikevin hawîr, çarnikar fire dibin, ba tê de xurt e, pê?iya me pê da bandev û bahos.
Belê rê, rêke asê, bi kevir, pê?iya me lat û fer?inin zinar, kop û gaz in. Lingên me de ne sol, ne pêlav dimînin. Carin hene, em kirasên xwe diçirînin û ji lingên xwe ên birîndar re pê re?kan çêdikin.
Bi destên me re çîmên hesinîn hene. Serên wan dikevin kuç û berên rê. Ew wan dialêsin, bi rê va û pê ew kurt dibin, em di ser wan re ditewihin, pi?ta me duta dibit. Lê herçend çîmên me kin, pi?tên me duta dibin reya me jî ewçend kurt dibit.
Rojin hene li me tarî ye, roja me girtiye. Lê em bi rohnahiya dilên xwe hawirdora xwe dibînin.
?evin hene xew li me diçit, lê em di hi?yarî û di ramana armanca xwe de canên xwe divesihînin.
Xorto! Te ji dîroka miletê xwe, karek li ser xwe girtiye. Ew barekî giran e. Ji xwe barên giran para mêran, para mêran barê giran in. Te ew li pi?ta xwe kiriye û daye ka?a çiyayên ko bi rê ve bilindtir û asêtir dibin.
Di wan de, ne bervarine ?everê, ne jî sop û rêça pê?iyan diyar in. Em bi xwe, bi ling, dest û neynokên xwe di wan ka?an de rênin nû vedikin ?opa xu?înok û dewlikan dihêlin û pê? de diçin.
Di pa? me de karwanekî dirêj, rêwiyên bê hejmar hene ko di wan neqeban re dê biborin.
Herçend hildiki?î û ji de?tê dûr dikevî, diwestî, lê ew çend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhire, ti?tinin welê dibînî ko bi te nenas in. Ji dûr ve leylanan de, dinyake nû, ji bo te nû bi xwe kevn lê jibîrkirî, dibînî.
Ew der gulistan, gulge?tek e. Tê de avên zelal diherikin, mêrgên rengereng wek keskesorên ezmanî diçirisin. Darên wê tev kesk û bi?kivî ne, xelkê wê delal, ciwan û xurt, herçî mêr zava herçî jin hêj nû bûk in. Ew dinya tu bi xwe yî, ew kurdanî ye.
Carinan lingên te di?emitin, dikevî xwî?eyan, di ?awan re diçî, di ber zandoran re disekinî, li kûriya wan dinihêrî. çavên te ?evere? tên, xilma?î dibî, dilê te jibîr ve diçe, pêlekê li wê dimînî. Erd qelaç e, ?înahî ne diyar in. Di dora te de tenê çend pel tihnav hene. Bi bihna wan di xwe dikî der, hi?yar dibî û didî rê.
Xorto! Te berê xwe daye mizgefteke welê ko ji awîze û fanosên wê tenê rohniya xwe?iyê diherike. Tu tê de di rohnî û tariyên wê de bi xwe bihesî bîr bibî, bîrewerî heyina xwe bibî. Tu ê bizanî ko heta niho neyînê de bûyî.
Xorto! Armanca te rizgarî ye. Rizgariya welat û miletekî ye. Navê armanca te kurd e, kurdanî ye, Kurdistan e. Armanca te li ber te sekinî ye. Di ?eklê mirovekî de ye. Tu lê dinihêrî, ecêbmayî dimînî.
Herê tu dibînî, dest, ling, mil, pol, parsû, parûhan herti?tên wî hene. Lingê wî yê rastê berepê?, yê çepê berpa? diçit. La? di cihê xwe de ye. Xwe ne dide pê?, ne jî pa?. Ji ber ko ji aliyekî pê? ve, ji aliyê din pa? ve tête ki?andin.
Tu zanî çira xorto? Lewma ko herdu ling ne yek in. Navbera wan de yekitî nîne. Divêt, tu bixebitî van herdu lingan bi aliyekî ve bilivînî.
Xorto! çarnikar girtiye. Di aliyên rojhilat, rojava û nîvro de sê miletên din hene. çav û guhên xwe bel kirine li te fedikirin. Lê ne ji bona qenciyê. Hersê jî dijminên te ne.
Tu îro di bin nîrê wan de yî. Te di?idînin. Bi xwe ditirsin. Ditirsin ko serê xwe rakî. Ji xewa xwe a giran û kevn hi?yar bibî û herti?tî bîr bibî.
Belê tu hêj ciwan î, zaro yî, nezan î, hov î. Lê bi xurtiya milên xwe bi wan dikarî. Ew giha?tî ne, pîr in. Mezin zexm û xurtirbûna wan nemaye. Her weko tu zêde bikî ewê kêm bikin. Gava pelên direxkan ?în dibin, yên darên kevnare diwe?in. Digel xurtiyên xwe ditirsin. Ji ber ko xurtiya wan derewkî ye. Bi top û tivingan e. Lê bi xwe bi la? û canên xwe kal û komik in.
Belê xorto ew dixwazin ko tu ji wan re bibî xo?ikî. Kirine serê xwe te daxewin. Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te ve bikin. Da ko tu nekarî kurdaniya xwe bi lêv bikî. Lê tu metirse. Ew nizanin ko avên erdê bi ziwakirina pingavên rûyê erdê naçike.
Dîsan nizanin ko kurd ne avzem in, kanî ne. Bi dagirtina çem û robar bête girtin jî serê kaniyê nayê. Ew dizê û di ber bendan de dipingire, rojekê li wan tête hev di ser wan re diherike û wan di bin pêlên xwe de hildiwe?îne.
Xorto! Tu ji bona hi?yariyê dixebitî. Milet nivistiye. Di xew de ye. Ji lewra tête ku?tin. Yên te di xewê de bûn. Ewan bi ser yên te de girtine. Ma mirovên hi?yar ko di xwe dikin der têne ku?tin.
Xorto! Reya te dirêj, armanca te hêj dûr e. Lê tû bi rê ketiyî. Herçî ko bi rê dikeve digihe jî. Armanca te aramanca çend nif?an e. Ne tenê armanca te û nif?a te. Gelek rêwiyên din dê bên û bidin ser ?opa te. Her rêwî riya armancê kurt dikit. ê nu ji wê dest pê dikit ko pê?iyê wî li wê hi?tiye. Rêya te ji ya nif?ên din asêtir e. Ji ber ko gîsinê xwe dikî erdekî welê ko hêj tu gîsin lê neketine. Zeviya te beyar e. Divêt gîsinê te ji pola bit, destê te hesin.
Xorto! Bi ser kela me de girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her milî erî?. Di hundurê kelê de ?erekî din, bê eman û ji ê pê?în mezin û dijwartir heye. ?erê me bi hev du re ye. Di mal de jî dijmin.
Herê Xorto! Birîna me a mezin û xedar dexs e, berberî ye, jana dexsê ye. Em sîngjar in. Ji derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin. Di nav xwe de em çend ber in. Berekî kiçik serê xwe daniye li ser sînga milet, li hilavêtina dilê wî guhdar bûye û ji xwe re bê den…?
Berekî din heye, li wan tema?e dike. peyayên vî berî dibînin ko wan ti?tek aniye pê û hero ditînin. Li wan didexisin. Hingê ew jî dil dikin ti?tekî bikin. Lê mîna ti?tê çêkirî an jî çêtir nikarin bînin pê. Lê heye ko bi awaki arîkariya çêkiroxan bikin û ê çêkirî pê?ve bibin û bi ser xin. Lê dexsa wan nahêle. Ax ew jana xedar bi pêsîra wan girtiye, wan diê?îne, dikuje.
Ji ber ko çênekirine û nikarin çêkin, naxwazin ên din jî çêkin. çiko ji wan re ne pesn e, ji wan re pê tu nav û deng çênabe. ê holê çavê xwe didin xirabiyê. Ji nekêrhatiya xwe bi tevr û bivir li ser avahiyên ko hinekî din lêkirine, radibin. Li wan dikevin, lê bivir û tevrên wan ne li avahiyan lê li ling û ejnûyên wan dikevin.
Tu zanî Xorto ew wek çî û kî ne?
Ew mîna wî mirovî ne ko serê xwe di ser stoyê xwe re tewandiye û li sînga ezmanê zelal tif dike. Tu bi xwe bîr dibî ne, ko gilêz li wan vedigere û dikeve rûyên wan. Ji xwe rêvîn bûn, yekcar dibin seg. Belê xorto! Dexisiyê tu ku?tî, berberiyê tu mirandî, belaviyê tu kevandî. Hin hene dixwazin bixebitin, lê tu kes naxwaze li ber destê yekî din de bixebite. Dil û çavê herkesî di serdestiyê de ye. Herkes dixwaze bibe axa, lê çavê tu kesî di peyatiyê de nîne. Ji lewra di nav me de axa nînin û herkes axa ye. Lê tu ê holê nekî. Tu bi awakî din bixwedî bûyî û hatî gehandin. Belê tu jî [dê] li mezinahiyê bigerî. Tu jî dê bixwazî bibî axa. Lê ne bi vî rengî.
Xorto! Guh bidêr. Rind bala xwe bide. Berê pê?în tu ê bêxî serê xwe ko tu xulamê milet û paleyê welatê xwe yî tu ê xizmeta wî bikî û ji bona wî bixebitî. Dîsan tu ê bizanî ko axayên rastîn ew in ko xulamiya miletê xwe dikin, ên din tevda axayên derewîn in.
Dema ko tu dixebitî qet li dora xwe menihêre. Heke ên din dixebitin an ne. Herçî ko dixebite karê xwe pêk ditîne û karê tu kesî bi xebata yekî dîtir naçe serî. Herdar bi pelên xwe sayedar e, ne bi pelên darên dorê.
Tu ne bi tenê yî. Di dora te de hinên din jî hene ko dixebitin. Heke te ti?tek pêk anî li dora xwe fedikire, li ti?tekî welê bigere ko bi yê te bêtir û tekûz bibit. Hon hemî ji bona avahiyekê dixebitin. Her kî ji we hîmê wî daniye Xwedê jê razî bit. Pesn jê re bit, heqê wî ye. Hon jî herin dar û qir?, herî û kevirî peyda bikin. Dîwar an banekî wî çêkin. Navdidaniyê bidin. Lê ne ko bidexisin.
Tu ketiyî cînariya yekî ko avahiyek bi du mezelan aniye pê. Tu di xwe re wê xurtiyê dibînî ko bikarî avahiyeke çend tayîn û mezelîn berpê bikî. Li avakirina mala mezin bi xerabkirina a kiçik dest pê meke.
Belê Xorto! Di dewra xwe de kêm û zêde, kiçik û mezin, civat, kom, civanokan dê bibînî.
Di dinyayê de tu ti?t nîne ko tekûz bît. Di herti?tî de, nemaze di karên nû destpêkirî de, pirê caran, kêmanî heye. Heke te ew kêmanî dîtin, hima dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu bikevî nav wan, arîkariya danîyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî.
Hilwe?andina sitûnekê hêsanî niye. Hiner di rastkirina sitûna xwêl de ye.
Xorto! Holê bixebite, an bixwe çêke an arîkariya ewan bike ko çêdikin, ava dikin.
Lê heger tu nikarî bi xwe çêkî, ne jî arîkariya çêkiroxan bikî hingê bi ên çêkirî ?a û kêfxwe? bibe. Ji ber ko ew ji bona te, ji bona miletê te hatine çêkirin. Nav di wan bide, wan bipesinîne.
Xorto! Te dît ko bazekî kevro?kek girtiye. Mebêje, ma girtina kevro?kê jî ti?tek e. Lê bêje te xezalek girtiye. Ji bona ko baz li xezalê bigere û bide pey wê. Xorto! Min got heke tu nikarî çêkî, lê bawer bike, ewle be ko te dil hebe tuyê bikarî jî. Herçî ko dixwaze dikare jî.
Wekî tu dixebitî dexesker ji dora te kêm nabin. Tu guh mede wan, gotinên wan damêne ber dilê xwe.
Heke di riya xebata xwe de ?emitî û ketî, tu zanî ew ê çi bikin. Mebêje ko ew ê bên bi destê te bigirin, birînên te derman bikin. No, ew ê ji hev du bipirsin, gelo lingê wî ne?ikiyaye.
Bi xebata xwe bi nav û deng bibî. Xelkê qenc, xelkê welatparêz pesnê te dê bidin, tu ê giram bibî. ên dexisok tu zanî dê çi bikin! Mebêje ko bi xelkê re çeplikan li te xin. No, dexsa wan nahêle. Ew ê bêjin: Ma evî çi kiriye, ji bona xwe xebitiye û bi nav û deng bûye, di herderî de pesnê wî didin. Ma ev jî ti?tek e.
Xorto! Herçî ko bi te berberiyê dê bikin ji te bêtir in. Ji xwe di dewra gelekî de stirî bi hezarî ne.
Ew di nav xwe de nexwe? bibin, pev biçin jî, li te dibin yek, destên xwe didin hev. Ji ber ko ji te kêmtir in. Kêmaniya wan wan digihîne hev.
Ji xwe di tebîetê de jî welê ye. Ti?tên qenc û hêja hindik in, nehêja û bêkêr zahf in.
Ma tu nizanî ko di gundekî de du sê hespên kihêl hebin, di garana wî de bi sedan ga û çêlek û dewarên re? hene. Li nik xelkê gundî ne piraniya garanê, lê hindikayiya hespên kihêl bi qedir û hêja ye.
Herwekî min got tu guh mede wan. Herçî ko eleyhdariya te dikin, li ber wan bikeve, ji wan mexeyide. Ew peyayên nekêrhatî û mivro ne. Nikarin, nizanin, ji lewra kurt û pist û kutkuta wan e.
Xorto! Xebata te mîna dengekî ye. Ma deng bi pifkirinê tête vemirandin. Keda te mîna çirayekê ye. Ma çira kengê bi deng û pêjnê temirîye. Tu her bixebite, qet mesekine, karê xwe bi ser xe.
Dengê te ko ji pifkirinê natirse ew ê her bilindtir, çira te ko bi pêjnê nalerize ew ê her ge?tir bibe.
Keçê! Di van gotinan de para te ne hindik e. Keçê! Tu keça wî camêrî, jina wî mirovî, diya wî xortî yî ko min ?îret lê kir û kar û xebata wî ?anî wî da. Belê keçê, ev xortê ha xortê te ye. Di mehdikê de te ew lorand. Di dawetê de te jê re tilîland. Di roja qewmandinê de te nav di wî da. Ji xwe tu berekê wî yî.
Keçê! Min ji te divêt, tu xortê min welê bixwedî bikî û bigihînî ko li pesn û ?aba?an seza bit û lome jê mebit. Keçê! Tu di her kar û deravî de arîkara xortê min î. Tu ê pê re bijî, pê re jî bimirî.
Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hjm. 18, 1932