Roja Zêrîn şaxê xwe li Ruhayê vekir
Sazîya Roja Zêrîn Şaxê Xwe li Bajarê Riha ya Bakûrê Kurdistanê vekirRoja 20ê Îlonê Sazîya Roja Zêrîn Şaxê Xwe ji bo Xelkê Rojava Kurdistanê li Bajarê Riha ya Bakûrê Kurdistanê vekir,gelek kesayetî,Siyasetmedar û Pizîşik li Rojava û bakûrê Kurdistanê tê de beşdar bûn.ROJA ZÊRÎN di sala 2014 an ji alîya çend xêrxwaz û welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê li welatê Birîtanya hate damezrandin.Hemû gelên Cihanê bi simbolên xwe yên netewî û olî bi sedan sazîyên xêrxwazî û mafê mirovan ava kirine, bo yekemîn car gelê Kurd ji bo her Çar parçeyên Kurdistanê bi simbola Roj kû di ola bavê û kalên me de gelek pîroze û nîşana Ronahî û Azdî ye Xebata mirovatî bike.ROJA ZÊRÎN bi tevayî, xebat kirina li ser bingeha bi heşyarî û zelalî, ji xwe re prensip dîbîne. Bi berpirsiyariyek xurt tevdigere, ji bo ku alikariya hatiye berhev kirin bigihêne cihê hewcedar. Ji bo pirsgrêkên însanên me yên mexdûr were çareser kirin, ev pîvana ku her aliyê civakê beşdarî vê xizmetê bike pir giring e.Armanca avabûna ROJA ZÊRÎN, di despêkê de gelê Kurd û duv re li hemû cîhanê, li goreyê hewcedariyê, her wesa ji bo Aştî li Herîme u pisgirêkên koçberên herîmên Kurdî rolekî mirovatî bibîne.Çareser kirina Birîndar û Koçberên Şengal û Rojava Kurdistanê yek ji Alîkariyên ku hatine kirin.