Roja yekem a cejnê 16 kes hatin kuştin
Li Sûrî di cejnê de jî şer nesekinî. Rejima sûrî biryar da ku 500 girtiyên xwepêşandanan azad bikin. Lê cardin yekem roja cejna qurbanê de erîşê xelkê kirin û di encamp de 16 kes kuştin.
Eve 5 rojin li bajarê Humsê opersayonek ya leşkera û hêzên ewlehiya Sûrî berdewam dike. Li gorî çelekvanên demokrasiyê li Sûrî didin ragihandn 10 kes tenê li Bajarê Humsê hatin kuştin.
Heta niha tevahiya bajarên din di yekem roja cejnê de 16 kes hatine kuştin. Ji aliyekî rejim, kuştinê dike û ji bo xelkê bê deng bike operasyonên pir dijwar pêktîne û ji aliyek din ve jî ji bo xapandinê hinek kesan ji zindanan azad dike û herweha ji bo raya cihanê bê alî bike behsa efuyên giştî dike.
Lê li gora daxuyaniya wezereta derve ya Amerîka, rewşa Sûrî her ber bi xirabiyê ve diçe û ew tiştên ku rejima Sûrî dibîje ne cihê baweriyêne û bang li opozisyona Sûrî kir ku van daxwaziyan qebûl nekin.