Polîtîk

Roja Rusiyayê li Hewlêrê hat pîroz kirin

Duhî li bajarê Hewlêrê, bi amadebûna Fuad Hisên nûnerê serokê herêma Kurdistanê, Kawe Mehmûd nûnerê serokê hikûmeta herêma Kurdistanên, Felah Misteha berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, waliyê Hewlêrê, konolosê Rusiyayê yê li Hewlêrê û hijmareke wezîr û berpirsên hikûmetê û nûnerên welatên biyanî, di merasimeke hêja de, roja Roja Rusiyayê li konsolxaneya Rûsiya li Hewlêrê hat pîroz kirin.

Di merasim apêrozkirinê de, Valêrî Pospîlov konsolsoê Rusiyayê yê li Herêma Kurdistanê di axavtina xwe de behsa vê rojê kir û got:
– Roja 12 hezîrana sala 1991ê yekem hilbijartin ji bo hilbijartina serokomarê Rusiyaya federal hatin kirin. Di sala 1994ê de bi fermana serokomar ew roj kire cejna sertaserîya hikûmeta Rusiya federalî. Nuha ev roj biu awayekî berfireh li welatê me weke cejna serbixwetê, azadî û lêbihurînê li ser esas qanûn û wekeheviyê tê pîroz kirin.

Konsolosê Rusiya federalî di berdewamiya axavtina xwe de silavên sefîrê Rusiyayê yê li bexdayê gihandinê amadebûyan û got:
– Bi minasebeta Roja Rusiyayê, pîrozbahiyê li gelê rusî û hevwelatiyên me li Îraq û herêma Kurdistanê dikim û di heman demê de daxaza bextewrî, aşitî û pêşveçûnê bi hevwelatiyên xweştiviyên Kurdistan û Îraqê dikim.

Her di vê merasimê de, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêman Kurdistanê di axavtina xwe de bi navê hikûmeta herêma Kurdistanê pîrozbahî li gel û hikûmeta Rusiya federal kir û îşaret bi têkeliyên dêrînên navbera gelê kurd, Yekêtiya Sovêta berê û gelê Rusiya federal kir.

Mistefa got jî ku Rusiya yekem welat bû konsolxaneya xwe li Kurdistanê vekir û gelek xwendekarên kurd ji bona xwendênê li Rusiya hatîne wergirtin.

Weke tê zanîn her sal gelên Rusiya federal di roja 12hezîranê de bi giringî û bi awayekî berfireh vê rojê pîroz dikin.

Back to top button