Roja Rojnamegeriya Kurdî, roja bîranîna derketina yekemîn rojnameya kurdî ye.
Rojnameya Kurdistan di 22ê nîsana 1898an de ji aliyê Miqdad Midhed
Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê hate çapkirin. Bi helkefta vê rûdawa
dîrokî, 22ê nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin.
5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta
Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên dewleta Osmaniyan hêjmarên wê
yên 6-31an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Înglistanê hatin
derxistin.
Rojnama Kurdistan bandoreke mezin li ser rewşenbîriya Kurdî, tevgerên Kurdan
û hişyarkirina neteweyî bi giştî kiriye. Di 124 salên bihûrî de bi hezaran rojname
û rojnamevanên kurd li ser rêbaza Miqdad Midhed û Ebdurrehman Bedirxan de
meşiyane û li gel hemû zext, zoriyan vê mîrata wan roj bi roj pêşve dibin. Mixabin
heya îro jî salane bi sedan rojnamevan û nivîskarên kurd yên hemû beşên
Kurdistanê ji ber xebata xwe ya pîşeyî û derbirîna raya xwe dikewin ber hêrişên
narewa û heta di gel îşkence, zîndan û kuştinê de jî rûbirû dibin.
Em bi minasibeta Roja Rojnamegeriya Kurdî hemû pêşengên rojnamegeriya
kurdî bi bîr tînin û wê rojê ji rojnamevan û hemû xebatkarên rojname û
medyayên Kurdistanî pîroz dikin.
Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd
21/04/2022