Cîhan

Roja Bîranîna Komkujiya Zîlan

Di dîrokê de rojeke bi xwîn

Daxuyaniya çapemeniyê:

Îro rûpelên dîrokê careke din bi xwîn û xwînrijandina komkujiya li ser Kurdên sivîl.

Îro, 13.07.2024, careke din dîroka trajîk û xwînrêj a ku gelê Kurd li seranserê cîhanê girtiye, tê bîra me.

Em Komkujiya Zîlan a ku bi hezaran kurdên sivîl di encama kiryarên tundiyê yên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan, bi xemgînî û hêrseke mezin bi bîr tînin.

Komkujiya Zîlan

Di ser komkujiya 12-13’ê Tîrmeha 1930’an de li Geliyê Zîlan a navçeya Wanê ji aliyê leşkerên Tirk ve li dijî gelê Kurd 94 sal derbas bûn. Em nikarin ji bîr bikin ku di vê sûcê hovane yê li dijî mirovahiyê de zêdeyî 15 hezar mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dane.

Mixabin dîroka Kurdan bi qetlîamên bêhejmar derbas dibe.

Di her rûpela pirtûka dîrokê de ji bo me kurdan bêhna xwînê, bêhêvîtî, bindestî û koçberiyê tê.

Dema em sivîlên jiyana xwe ji dest dane dinirxînin her tim dilê me bi xemgîniyê tije dibe.

Girîng e ku em tu carî qurbaniyên van bûyerên hovane ji bîr nekin.

Divê em di şermezarkirina van binpêkirinên mafên mirovan de bibin yek û bi hev re bixebitin da ku trajediyên bi vî rengî qet dubare nebin.

Berzan Kockaya

Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê.

Back to top button